Li Erzeromê 272 koçber hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 272 koçberên Efxanistanî bo welatê wan hatin şandin.

Rêveberiya Îdareya Koçê ya Erzeromê ragihand ku 9ê Çileya 2023an 272 koçberên ji Efxanistanê bi firokeyan ji Firokexaneya Erzeromê bo welatê wan hatine dersînorkirin. Herwiha her du firoke jî bo Kabila paytexta Efxanistanê hatine şandin.

Serokatiya Fermangeha Koçê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandibû ku di rojên 1 heta 5ê Çileya 2023an de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 28 koçberên neyasayî hatine dersînorkirin ku 477 ji wan Efxanî, 11 Pakîstanî û 540 koçberên din ji welatên cuda bûne.

Li gor agahiyan koçberên ku heta niha li navendên dersînorkirinê mane, 20 hezar û 497 kes in. Ji vê hejmarê 5 hezar û 411 koçber Efxanî ne, 3 hezar û 866 Pakîstanî û 11 hezar û 220 koçberên din ji welatên cuda ne.

Li gor amaran, sala borî rê li ber 280 hezar û 206 koçberan hatiye girtin ku hewl dane derbasî nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibin. Her wiha 236 hezar û 572 koçber hatine desteserkirin û ji wan 124 hezar û 441 koçber bo welatên wan hatine dersînorkirin.