Rêveberiya Xweser ji bo sînorê Rojava bang li Netewên Yekbûyî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê ku di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de ye, bang li Netewên Yekbûyî kir.

Ev demeke dirêj e ji ber ku deriyê Til Koçer yê ku alîkariyên Netewên Yekbûyî tê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn girtî ye, rewşa xelkê xirab e.

Ji sala 2014an ve dema ku Netewên Yekbûyî çend deriyên sînorî di şerê Sûriyê de ji bo gihandina alîkariyên mirovî destnîşan kir, deriyê Til Koçer yek ji wan bû, lê di 10 meha 1 sala 2020 de, Rûsya vêto bikar anî û li gor biryare 2504 Til Koçer ji nav lîsta deriyên gihandin alîkariyê mirovî derxist.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji Sekerterê Giştî yê Netewêm Yekbûyî Antonio Guterres bi nameyekê daxwaz kir ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer hewl bide. Name di medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser de hatiye belavkirin.

Di nameya xwe de Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê dike ku rewşa mirovî ya xelkê li herêmê gelek xirab bûye û dibêje: “Wekî hûn jî dizanin gelek alî herêmên me dorpêç dikin û şantaja siyasî dikin û rewşa mirovî bi kar tînin.Nêzî 15 biryarên navneteweyî der barê Sûriyeyê de hatin derxistin. Ji wan 4 biryarên têkildarî rewşa mirovî ne.”

Rêveberiya Xweser diyar dike ku ew di wê baweriyê de ne ku Netewên Yekbûyî di aliyê pêşkêşkirina alîkariya mirovî  de saziyek pêşeng e û dibêje: “Lê mixabin, tiştê niha rû dide, bi taybet girtina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) bi vetoya Rûsya-Çînê, neheqiya li hember milyonan sivîlan e û dijberî hemû lihevkirinên navneteweyî ye, nexasim e ku hin alî hene ku rewşa mirovî li Sûryieyê polîtîze dikin.”

Di beşeke din a nameyê de Rêveberiya Xweser, biryara berdewamkirina girtina deriyê Til Koçer weke biryarek neheq pênase dike û dibêje: “Girtina derî azarên herêmê zêdetir dike, bandorên neyînî yên yekser li ser rewşê dike. Ne tenê li ser rewşa herêmên me, lê belê li tevahî Sûriyeyê bandor dike. Ji ber ku em parçeyek ji Sûriyê ne. Herwiha bi berdewamkirina girtina derî re, bandorên aborî û mirovî zêdetir dibin, dorpêça li ser gelê me jî rewşê girantir dike. Li gel rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, em dibînin ku ji nû ve di ber çav re derbaskirina biryara girtina deriyê Til Koçer, pêwîstiyek girîng û lezgîn e. Divê rewşa Sûriyeyê û bi taybet rewşa mirovî bi awayekî rast bê xwendin. Em ji ber gelek pirsgirêkan azaran dikişînin, divê bên çareserkirin û istîqrar û aştî li welatê me Sûriye were pêkanîn.”

Rêveberiya Xweser dide zanîn li herêmê koçber û penaber hene, her wiha nêzî milyonek koçberên Sûriyê çûne herêmê û 15 kampên koçberan hene û alîkariyên ku digihêjin, tenê dikarin bi rêya hikûmeta Sûriyê bên gihandin, hikûmeta Sûriyê jî wê yekê bi kar tîne, para herêmê nagihêjiyê û bi berdewamkirina girtina deriyê Til Koçer re azar zêdetir dibin.

Di dawiya nameya xwe de Rêveberiya Xweser dibêje: “Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi navê milyonan kesên li herêmê dijîn, em ji we daxwaz dikin ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer kar bikin, barên li ser Sûriyeyê û herêmên û barên aborî û mirovî siviki bikin. Her wiha rewşa mirovî ji rewşa siyasî cuda bikin, di vê çarçoveyê de bi berpirsiyariyên navneteweyî yên pêwîst rabin. Ji ber ku em di pêvajoyek dîrokî ya zehmet re derbas dibin, ji lew re divê NY`ê rolek dîrokî bilîze nexasim di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe yên mirovî de.”