Li Amedê di bûyerên trafîkê de 24 kesan canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2022an de 5 hezar û 217 bûyerên trafîkê çêbûne û di wan bûyeran de 24 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 327 kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Amedê, sala 2022an di 5 hezar û 217 bûyerên trafîkê de 24 kesan canê xwe ji dest dane û 327 kes jî birîndar bûne. Di 2 hezar û 551 bûyeran de mirî û birîndar hebûne û 2 hezar û 666 bûyer jî bûne sedema zerarên maddî.

Li gor Serokatiya Trafîkê, piraniya bûyeran ji ber şaşiyên şofêran çêbûne wek, guhnedana rênmayiyên trafîkê, ajotina bilez, guhnedana şert û mercên hewayê, ji paş ve lêdan, derbaskirina çirayên sor, kêmnekirina lezê li cihên hatine destnîşankirin, bi alkolê ajotina otomobîlê û gelek sedemên din.