Li Çewlîgê ji bo ajelên kovî êm datînin herêmên bi berf

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, bi serpereştiya Saziya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê ji bo ajelên kovî xwarin danîn xwezayê.

Çewlîg yek ji sartirîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye, ji ber hewaya sar û berfa zêde ku hemû navçe spî kiriye, ajelên kovî di dîtina xwarinê de zehmetiyan dibînin û carnan dadikevin nav gundan.

Di serpereştiya Saziya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê ya Çewligê de, li bilindahiyên Çiyayê Şeytên bi taybetî li herêmên ku karxezal lê dijîn ji bo ajelên kovî xebatên danîna xwarinê berdewam in. Gundiyên herêmê jî ji xebatên bo ajelên kovî tên meşandin kêfxweş in.

Gundiyê bi navê Ercan Ovet dibêje, “Şertên zivistanê hinekî zehmet derbas dibin. Hinek salan em dîbinin ku ji metreyekê zêdetir berf dibare. Ji ber Saziya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê vê rewşê dizane, ew jî bi balyayan êm tînin û datînin. Ajelan jî dişopînin, hejmara wan be an nêçîrvaniya qedexe be. Ajel jî heta nêzîkî malan tên. Ji bo pêwîstiya av û xwarinê berdewam digerin.”

Ajelên kovî dema birçî dimînin dadikevin gundan û ev jî bo gundiyan carinan xeteriyê çêdike.

Welatî, Duzgun Ovet jî diyar dike, “Dema berf dibare berdewam tên û diçin, min dîtiye. Sala par jî berf zêde bû, hatin êm danîn. Ajel tên avê, xwarinê, min bi çavên xwe dîtine.”

Di çarçoveya xebatan de ji bilî xwarinên wek genim, ceh, giya, sebze û fêkiyên ji paşmayiyên marketan hatine komkirin jî tên danîn.

Li Çewlîgê îsal heta niha bo ajelên kovî 3 ton êm li herêmên berfê hatine danîn û tê plankirin heta dawiya zivistanê 60 ton êm bê danîn.