Parlamenterên HDPê serdana malbata Gulistan Doku kirin

09-01-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamenterên HDP Gulistan Doku Dêrsim Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên HDPê li Dêrsîmê li cihê “Nobeta Edaletê” serdana malbata Gulistan Doku Kirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê ya bi navê Gulistan Doku ku ji 5ê Çileya 2020an ve wenda ye, ji bo dîtina keça xwe berî çend rojan li pêş Walîtiya Dêrsîmê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kirin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlamenterên HDPê Feleknas Uca û Alican Onlu îro li pêş Walîtiya Dêrsîmê serdana malbata Doku kirin û piştgiriya xwe bo wan ragihandin.

Gulistan Doku ya ji Amedê, 5ê Çileya 2020an li Dêrsîmê piştî di navbera wê û hevalê wê yê bi navê Zeynal Abrakov ê welatiyê Rûsyayê ku dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî bû nîqaş derket, wenda bû û ji wê rojê de nayê zanîn çi bi serê wê de hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst