'Divê Kurdî û Siryanî li Sûriyê bibin zimanê fermî '
Hewlêr (Rûdaw) - Di paneleke hevbeş de, di navbera Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Encûmena Şêwirmendiyê ya Piştgiriya Pêkhateyan a ser bi Navenda Lêkolînên Kurdî-Ewropî, mijara paşeroja proseya destûra Sûriyê hate gotûbêjkirin. Di panelê de Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Demokrat a Aşûrî Gebriyêl Gewriyê got “Divê Kurdî û Siryanî li Sûriyê bibin zimanê fermî”
Hejmarek ji kesyayetiyên siyasî û pispor di panêlekê de, beşdar bûn, ku tê de ev mijarên girêdayî karê Komîteya Destûra Sûriyê hate gotûbêjkirin, û helwesta aliyan û pirsa pêkhateyan li Sûriyê, ku tewereyên sereke yên wê panêlê bûn.
Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco dibêje “Hewqas projeyên ku hene dê ne serkeftî bin, eger şer berdewam bin. Eger şer berdewam be tu nikarî destûreke nû ji bo Sûriyê çêbikî. Ez bawer im Netewên Yekbûyî şaşitiyeke mezin kir. Netewên Yekbûyî nikarê xalê civînê li ser wan ferz bike. Em dizanin ku rejîn naxwaze destûreke nû çêbike. Ji ber ku destûreke nû hat, piştre divê hikûmeteke were, dûvre hilbijartin bên kirin. Nîzama îro dê nikaribe li ser desthilatê bimîne, ji ber ku hilbijartin çêbibe.”
Serkirdeyê tevgereke siyasî dibîne ku hikûmeta Sûriyê astengiyan li pêşiya gihiştina bi destûreke nû dirust dike. Bi heman awayî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dike ku, di birêvebirina karê Komîteya Destûrê de, xwedî rol be.
Endamê Serkirdayetiya Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye Hewas Seidûn got “Serkeftineke herî mezin, damezirandina komîteyek destûrî hişt ku ew rejîma baweriya wê heta niha bi xelkê din ê Sûriyê nayê, bibe beşek ji wan xelkê din di hindirê komîteya destûrî de. Rejîm di bin fişara Rûsan de tê, û her gav jî naxwazin pêşvebûn di hindirê vê komîteyê de çêbibe.
Serkirdeyekî Rêxistina Aşûrî ya Demokrat jî dibîne ku pêwîst e mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûra wî welatî de, bêne pesendkirin.
Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Demokrat a Aşûrî Gebriyêl Gewriyê ragihand “Rêxistina Aşûrî ya Demokrat ku ji aliyê neteweyî ve nûnertiya pêkhateya Siryanî Aşûrî dike, di nav çarçoveyên opozisyonê yên fermî de, êdî nebûna nûnertiya wê di nav Komîteya Biçûk a Destûrê de, bi rastî ev kêmasiyek e di nav komîteyê de, herwiha kêmasiyek e ji bo Desteya Danûstandina a Sûrî, ev kêmasî jî vedigere destpêka damezrandina Desteya Danûstandinê ya Sûrî, bi nusxeya xwe ya duyem, dema ku Rêxistina Aşûrî ya Demokrat derbasî nav wê nebû, weke nûnera pêkhateya Siryanî Aşûrî, weke pêkhateyeke serbixwe, serbarî heft pêkhateyên din, ku Desteya Danûstandinê wan li xwe digire… Gelê Sûrî ji Ereb, Kurd, Siryanên Aşûrî û Tirkmenan pêk tê, û pêkhateyên din jî, ji ber ku ziman û çandên wan resen in, êdî pêwîst e bêne parastin û dan bi van zimanan bê dan, bi taybetî zimanên Kurdî û Siryanî weke zimanên fermî, yên duyem li kêleka Zimanê Erebî. Herwiha em daxwaza danpêdaneke destûrî bi mafên pêkhateyan dikin, di nav de jî Siryanên Aşûrî û Kurd û yên din, ku ev yek di destûrê de pê pesendkirin.”
Şeş ger ji danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê hatine encamdan, lê heta niha bi awayekî kirdarî, mijarên bingehîn ên destûrê nehatine gotûbêjkirin û ti hevtêgihiştin pêk nehatiye ne jî biryarên cîbicîkar hatine standin.