Li Sêrtê pevçûna malbatan: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêkên erd pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Meylana yê Dihê, di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêkên erd nîqaş derket û malbatan bi çekên giran êrîşî hev kirin. Li gor zanyariyên destpêkê yek jê bi giranî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê hêzên cendirme û tîmên tendirustiyê bo cihên bûyerê hatin şandin.

Her 5 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê hatin veguhestin.