Qamişlo; Partiya Sûriya El-Musteqbel duyemîn konfransa xwe saz kir

09-01-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo Partiya Sûriya El-Musteqbel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Partiya Sûriya El-Musteqbel (Partiya Sûriya Pêşerojê) duyemîn konfransa xwe ya şaxa Qamişlo saz kir. Ev konferans li gor berpirsên wê partiyê rê li ber sazkirina konfransa giştî ya wê partiyê vedike ku biryar e Adara bê were sazkirin.

Miwefeq El-Ehmed, Serokê Ofîsa Peywendiyan a Partiya Sûriya El-Musteqbel li Qamişlo derbarê sazkirina konferansa duyem a wê partiyê li bajarê Qamişlo dibêje, “Konfransa yekem li Hesekê hat sazkirin û ya duyem li Qamişlo tê kirin, ji bo amadekariyên konfransa giştî ku biryar e 28ê Adara 2022an bê kirin daku rêveberiyeke nû bo partiyê bê hilbijartin bo avakirina siberoja Partiya Sûriya El-Musteqbel.”

Konfrans di bin navê "Sûriyeke Demokratîk, Pirreng û Nenavendî, Rêveberiya Me Nasnameya Me Ye, Hêzên Me Serbilindiya Me Ne, Partiya Me Hêviya Me Ye" de hat sazkirin.

Sîham Dawûd, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya El-Musteqbel dibêje, “Wek partî em bi hêvî ne, di asta wê berpirsayetiyê de bin li hemberî xelkê me yê Sûriyê bi giştî, herwiha di siberojê de konfransên bi vî awayî li hemû parêzgehên Sûriyê saz bikin, Sûriyeke azadkirî ji hemû hêzên dagîrker, ji bo avakirina Sûriyeke nû ya nenavendî, mafê çand û niştimanî bo her kesî tê de parastî be.”

Partiya Sûriye El-Musteqbel ku ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê ve ye, li bajarê Reqayê di 27ê Adara 2018an de ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Aşurî û nûnerên parêzgehên din ên Sûriyê hatibû damezirandin.

12ê Cotmeha 2019an, di êrîşa grûpên opozisyona Sûriyê de bo ser herdû bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, Sekretera Giştî ya wê partiyê Hevrîn Xelef li ser rêya navdewletî ya M4 bi destê çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye hatibû kuştin. Ehrar El-Şerqiye grûpeke çekdar a opozisyona Sûriyê ye û Tirkiye piştgiriya wê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst