PAK: Divê malbatên Kurd ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin

09-01-2022
RÛDAW
Nîşan PAK Dersa Kurdî Dersa Bijarte Zimanê Kurdî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo dersa bijarte bang li malbatên Kurd kir û got: “Divê Malbatên Kurdan di dibistanan de dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo dibistanên navîn dema bijartina dersên bijarte ango dersa zimanê Kurdî yên ji bo serdama 2022-2023an destpê kir. Xwendekar divê heta 21ê Çileya 2022an dersên xwe bibijêrin û rêveberiya dibistanên xwe agahdar bikin.

Mamostayên zimanê Kurdî, Rêxistina Perwerdeya Zimanê Kurdî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kirina daku malbatên xwendekaran, dersa Kurdî di çarçoveya dersa bijarte de hilbijêrin û bi zimanê dayîkê bixwînin.

PAK jî tevlî vê kampanyayê kiriye ku malbatên Kurd li dibistanên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di polên 5,6,7 û 8an de malbat wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe dersa kurdî ( Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.

PAK bibîr dixe ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e û dibêje: “Li gel parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî , divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya kurdî jî xwedî derkevin. Malbatên kurdan çiqasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte yên Kurdî qeyd bikin, dê ew qasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin. Zêdebûna daxwaza li mamosteyên kurdî,  di zanîngeha de,  di beşên zimanê kurdî de, dê mamosteyên zimanê kurdî  jî zêdetir bike. Herweha zêdebûna daxwaza dersa bijarte ya kurdî, dê bazara pirtûkên kurdì, tîcareta bi zimanê kurdî, bazara  televîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi kurdî jî firehtir bike.”

PAK tekez dike ku hilbijartina dersa Kurdî dê bingehê perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir bike û bangî rayedarên dewleta Tirkiyê dike û dibêje: “Ji bo ku dersa  bijarte ya bi zimanê kurdî  ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawiya pola 12yê be,  divê gavên pêwîst bêne avêtin. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di qanûna bingehîn û di hemû qanûnên dewleta Tirkiyê de guhertinên pêwîst bêne bicîhkirin.”

Di hemam demê de PAK banga her kurdekî jî dike û dibêje:

“Zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.

-Piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

-Kurdên ku bi kurdî nizanin  hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.

-Hemû Kurdên ku bi kurdî dizanin,  li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan,  di karên xwe de, di jiyana rojane û tîcaretê de zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî.

-Hemû  partiyên siyasî,  dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan;  hemû siyasetmedar, nivîskar   rewşenbîr û hunermendên kurd, divê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê siyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

-Hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, potansiyela diasporayê ya kurdan,  bi awayekî fiîlî û ji bo li ser platformên dijital kurd bikaribin Kurdî fêr bibin divê hemû îmkanên xwe seferber bikin,  projeyan çêbikin, dibistanan,  kursan, dezgehan û amûran vekin, damezrînin.

-Kurdên ku bi kurmancî dizanin divê hewl bidin Kirmanckî/Zazakî fêr bibin, fêhm bikin; Kurdên ku Kirmanckî/Zazakî dizanin jî divê hewl bidin ku bi kurmancî fêr bibin, fêhm bikin.

-Ji kîjan partîyê dibe bila bibe, em bangî hemû parlamenterên kurd dikin da ku piştigrîya dersa bijarte ya bi zimanê kurdî bikin; ji bo dersa  bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be,  d gavên pêwîst biavêjin û piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

-Di serî de hemû beledîyeyên ku serok beledîye û rêvebirên wan kurd in, em bangî serokê Şaredarîya Stenbolê, Îzmirê, Mêrsînê, Edeneyê, Enqereyê, Antalyayê, Navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê heye dikin da ku dibistan, kurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û kurdî fêr dikin vekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst