Li Xabûrê dest danîn ser pasaporta Bayram Bozyel

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel dema dixwaze bi deriyê sînorî yê Xabûrê re derbasî Herêma Kurdistanê bibe, asayişa Tirkiyê dest danê ser pasaporta wî û nikare ligel şanda partiya xwe bê Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ragihand ku duh Şemiyê 8ê Çileya 2022yan tevî Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek wek şandeke, bi armanca pêkanîna  hevdîtinêk bi Serok Mesud Barzanî û hinek hevdîtinên din,  di çuyîna Başurê Kurdistanê, li Derîyê Xaburê de hêzên emnî yên Tirkiyê dest danîn ser pasaporta wî û nehêştin ew derbasê Herêma Kurdistanê bibe.

Bayram Bozyel dibêje: “Ez vê kiryara keyfî, neheq û derê hiquqê bi tundi şermezar dikim. Destdanîna li ser pasaporta min ne tenê binpêkirina yek ji mafê min yê bingehîn; seyehat û danûstandinê ye. Bi vê kiryarê di heman demê de mafê min ê xebatên siyasî jî tên astengkirin.”

Derbarê destdanîna li ser pasaporta xwe de Bozyel got: “Ji destdanîna li ser pasporta min û qedexekirina çûna min a ji bo derve, yek armanc jî ew e ku bernameya me ya ji bo hevdîtinên bi aktorên Başurê Kurdistanê re têkbiçe û pêşî li hewlên diyalog û hevkariya di navbera hêzên Kurd de bê girtin.

Em dixwazin bidin zanîn ku em ê bi her awayî biçin liser van kiryarên bêhiquqî û ji bo vê jî em ê hemî rêyên yasayî û hiquqî bikar bînin.”