Li Efrînê polîsên leşkerî 4 kes revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, 4 kes ji bajarokê Cindirêsê yê Efrînê revandin.

Çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirin ku çekdarên polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, 4 hemwelatiyên Kurd ji gundê Celeme yê ser bi bajarokê Cindirêsê ve li Efrînê revandine, du ji wan piştî dana fidye hatin azadkirin, yek jî ji bo navenda sereke ya ewlekairyê li navenda Efrînê hat veguhastin.

Li gor heman çavkaniyan, kesên girtî navên wan ev bûn, Cihad Berekat ê 35 salî, Xebat Mihemed Hebeş ê 30 salî, ku piştî kesûkarên wan 6 hezar Llreyên Tirkiyê weke fide dane, hatine azadkirin, herweha Elî Mistefa Hebeş û Mihemed Sibhî Hemo, ku ji bo navenda ewlekariya sereke li Efrînê  hatine veguhestin û heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ji destpêka sala 2022ê ve û heya niha, zêdetir ji 10 hemwelatiyên Kurd hatine revandin, cihekî şûnwarî hatiye têkdan û zêdetir ji 2 hezar û 534 dar li 6 cihan hatine birîn.

Li gor amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê di meha borî de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 66 kes ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê di raporteke xwe de diyar dike ku ji destpêka kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, wan girtina 8 hezar û 179 kesan belge kiriye, ji wan hezar û 635 girtî hatine êşkencekirin, 174 girtî hatine kuştin û 5 hezar û 430 girtî jî hatine berdan, lê heta niha çarenivîsa yên mayî ne diyar e.