Bavekê li ser zimanê keça xwe ya xwedî pêwistiyên taybet pirtûk nivîsandine

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê bavekî xelkê Mêrdînê du pirtûk li ser rewşa kêmendamtiya keça xwe nivîsandine.

Ecrîn Turgut 10 salî ye, lê ne dikare baxive û ne jî bimeşe. Bavê Ecrîn Turgut, Ekrem Turgut li gel proseyên wê yên çareseriyê, du pirtûk jî li ser rewşa keça xwe nivîsandine.

Lê di rastiyê de Ekrem Turgut ew pirtûka bi navê “Eger ez biaxivim” (Konuşabilisem) li ser zarê keça xwe nivîsandine û behsa hestên keça xwe dike.

Pirtûkên ku bi hestên Ecrînê hatine nivîsandin, di demeke kurt de li bazarên pirtûkan nemane û tev hatine firotin.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci bû mêvanê wê malbatê û guhê xwe da çîroka Ecrînê û bavê wê.