Zeynep Turkyilmaz: Komkujiya Dêrsimê ji asta lêborîna Erdogan derbas nebû

09-01-2020
Gulbahar Altaş
Nîşan Komkujiya Dêrsimê Zeynep Turkyilmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîroknas Dr. Zeynep Turkyilmaz, belgeyên ku ji rojnivîskên leşkerekî di serdema 1938an de nivîsîbû bi dest xistiye ku di wê rojnivîsê de behsa komkujiyê Dêrsimê tê kirin. Zeynep Turkyilmaz dibêje komkujiya Dêrsimê tenê weke lêborîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ma û derbarê çawaniya komkujiyê de tiştek nehat kirin û dewletê nexwest rûbirûyê wê yekê bibe.

Dîroknas Dr. Zeynep Turkyilmaz ku bi salên dûr û dirêj e li ser dîroka Osmaniyan dixebete, niha li Zanîngeha Freie ya Almanyayê mamoste ye. Turkyilmaz rojnivîsk a leşkerekî beşdarî komkujiya Dêrsîmê di sala 1938an de bûye deşîfre kir.

Li gor belgeya Dr. Zeynep Turkyilmaz bidest xistiye, leşkerê beşdarî komkujiya Dêrsimê bûye yê bi navê Yusuf Kenan Akin ku xelkê Semsunê ye, di rojnivîsa xwe de behsa rojên xwe yên di navbera 27 Tîrmeh û 25ê Îlona 1938an de dike.

Dr. Zeynep Turkyilmaz derbarê bibîranîn û komkujiya Dêrsimê de ji Rûdawê re axivî.

Turkyilmaz wiha behsa çawaniya ku ew belge bidest xistiye kir: “Dema belgeyek ji arşîvên dewletê tê derxistin kesên dîroknas hev agahdar dikin. Dema ez dikevim arşîvên dijîtal, çend peyv hene ku ez lêgerina wan dikim. Min jî peyva ‘Dêrsim’ nivîsand û ev rojnivîs derket pêşberî min. Ji sala 1999an ve ez lêkolînê li ser pirsa Dêrsimê dikim. Min cara yekem xebatên xwe derbarê zarokên keç ên di sala 1937-1938an de ji bo dibistanên bi şevborîn hatibûn komkirin kir. Wate ez her tim derbarê komkujî û dîroka Dêrsimê de lêkolînan dikim. Lewma ez têkevim kîjan arşîvê, destpêkê berê xwe didim vê mijarê. Ez bi heman mebestê ketim nav pirtûkxaneya Ataturk û ev bibîranîn derket pêşberî min. Ez destpêkê heyirî mam, min got wan çawa ev derxistine. Piştre min ew daxist komputera xwe û dest bi xwendina wê kir.”

Turkyilmaz da zanîn ku çend kesan xwestine wê rojnivîsê bixwînin, lê nedîtine û dibe ku ew hatibe rakirin û wiha got: “Derbarê komkujiya Dêrsimê de, ji çavkaniyên heta niha min bidest xistine, ev çavkaniya  herî bibandor bû.”

Dîroknas Turkyilmaz bibîrxist ku di 23yê Mijdara 2011an de Erdogan di heyama serokwezîriya xwe de ragihandibû ku di navbera 1936 û 1939an de li herêma Dêrsimê 13 hezar û 806 kes hatine kuştin û eger li ser navê dewletê pêwîst bike û literarûreke wiha hebe, ew lêborînê wê yekê dixwaze.

Bi gotina Turkyilmaz, di wê heyamê de her çend li Parlamentoya Tirkiyê bi erka berhevkirina belgeyên derbarê komkujiya Dêrsimê de komîsyonek hate avakirin jî, lê komkujiya Dêrsîmê ji asta lêborîna Erdogan derbas nebû û bi pêkanîna çawaniya komkujiyê re rûbirûnek rasterast nehat kirin û ti soz nehatin bicihkirin.

Li ser pirsa ka çi bandora wê rojnivîsê hebe, Turkyilmaz dibêje: “Ev yek nayê wateya ku belgeyek hat dîtin û dê her tişt zelal û çareser bibe, ev hinek girêdayî pêvajoya siyasî ye jî. Belê rast e, dibe ku ev yek ji wan belgeyên ku herî lerîziner be, lê heta niha gelek tişt hatine kirin û nivîsandin. Şahidê bûyerê hene ku behsa birina zarokên keç û mişextkirinê dikin. Ev zanyarî ji aliyê civaka Dêrsimê ve tê zanîn. Divê ev ji aliyê raya giştî ve jî were zanîn.

Ez ne di wê baweriyê de me ku derbarê vê yekê de pêvajoyake hiqûqî were destpêkirin. Bi min êdî pêwîstî bi fetişîzma belgeyan nîne. Îsmaîl Beşîkçî di sala 1979an de bêyî belgeyên arşîvî, bi tenê li gor raporên fermi ew bûyer weke ‘Jenosîda Dêrsimê’ bi nav kiriye. Ji bo em bibêjin li Dêrsimê komkujî çêbûye, pêwîstî bi belgeyên wiha nîne. Eger em tenê baweriya xwe bi belgeyan bînin, em dê heqaretê li kesên ku rûbirûyê wê komkujiyê bûne bikin. Jixwe her tişt zelal e, lê belgeyên zêde tenê dikare bibe wesilê ku em pêvajoyê şîrove bikin, an derbarê koka bûyerê de tiştekê ji me re nabêjin.”

Beşek ji  belgeyên ku Dr. Zeynep Turkyilmaz ji rojnivîskên wî leşkerî deşifre kiriye wiha ye:

Tîrmeh:

Di 27ê Tîrmeha 1938an de li Dêrsimê, me bi ser Kurdan de girt

Tebax:

Ev meha me jî li Dêrsimê derbas bû, me gelek êş dîtin.

Îlon:

Em dîsa li Dêrsimê ne. Em ji Xarpêtê vegeriyan. Em çiyayan digerin.

 3yê Îlonê:

Em li Navçeya Cevîzlî ne. Heta sibê em meşiyan, saet di 7an de em li tenişta avekê bi cih bûn. Lê ji ber nava çem bi cenazeyên mirovan tijî bû, em ji tîna mirin. Ti rewşa min a rêveçûnê nemaye, Xwedê tu me rizgar bike.

10ê Îlonê:

Îro jî em li çiya û daristanê geriyan. Yekîneya me serê yekê anî. Yekîneya din jî serê Seyîthan anî. Ji yekîneya me leşkerekî bi navê Ruşen heye. Hemû seriyan ew jê dike.

11ê Îlonê:

Em îro jî li çiyan digerin. Ji ber cenazeyên mirovan kes nikare têkeve çeman. Ev der gelek sar e, em diqerisin.

12yê Îlonê:

Em vê sibê zû rabûn. Em dîsa li çiyan digerin. Em her roj seriyan jê dikin…

15ê Îlonê:

Gundê Yan Yazî; Me îro li gundê Sogutlu, lêgerîn kir. Me mirovên bi şik kom kirin. Me serokê Uşakên Koç Îbrahim Axa di çem de da ber guleyan û kuşt.

Komkujiya Dêrsimê

Seyid Riza li dijî siyaseta asîmlasyona ku dewleta Tirkiyê li ser Kurdan dimeşand, di sala 1937an de serhilda.

Dewleta Tirkiyê ji bo serhildana Seyid Riza bişkînê 4ê gulana 1937an  li parlamentoya Tirkiyê biryara bi navê “tenkîl û tehcîrê” derxist û bi hêzên artêşa xwe êrîş bir ser Dêrsimê.

Di encama wê êrişê de yek ji komkujiyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujiyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst