Piştî rewşa awarte hejmara kursên Kurdî zêde dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) li Wanê kursên zimanên Kurdî, Farisî û Îngilîzî dide û rêveberên komeleyê dibêjin ji zêdeyî 100 kesan navê xwe ji bo kursa Kurdî tomar kirine.
Di dema pêvajoya çareseriyê de gelek rêxistin, dezgeh û komelayên wek Kurdî-Der, Komeleya Ehmedê Xanî, Kusî-Kurd û Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê kursên Kurdî didan, lê piştî ku li Tirkiyê bi hêceta hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016ê rewşa awarte hat ragihandin, piraniya dezgeh û komeleyên kursên zimanê Kurdî didan, hatin girtin.
Piştî rabûna rewşa awarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê komele û dezgehên Kurdan hêdî hêdî dîsa dest bi kursên Kurdî kirine.
Hejmara kursên Kurdî zêde bûn
Li bajarê Enqerê kursa zîmanê Kurdî ji aliyê Weqfa Rêya Azadiyê ve û li bajarê Wanê jî ji aliyê Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê hate vekirin. Herwiha biryar e Komeleya Ehmedî Xanî ya Rihayê di demên pêş de ji bo baroya wî bajarî kursa Kurdî veke.
Derbarê xebatên xwe de Hevserokê DÎSA-DERê Salih Sertkal ji Rûdawê re got: “Wek hûn jî dizanin li ser fêrbûn û pêşvebirina zimanê Kurdî de mixabin li Tirkiyê ji aliyê devletê ve ti hewldan tine. Li hemberî vê kêmasiyê, li ser navê cuda bi taybetî jî di bin banê KURDî-DERê xebatên zimanê Kurdî dihatin kirin. Lê mixabin di pêvajoya rewşa awartê de wek hemû sazî dezgehên din KURDÎ-DER jî hat girtin û hemû xebatên wan hatin astengkirin. Em niha dixwazin vê valahiyê bi qasî ku ji me tê dagirin.”
Salih Sertkal derbarê armacan xwe de jî got: “Em çend kesên ku li bajarê Wanê dijîn û hestiyariya wan di hêla zimanê Kurdî de heye, me xwest ku ji bo pêşvebirin û fêrbuna zimanê Kurdî komeleyekê vekin. Bi vê armancê bi tevlîbûna zimanheza me Komela DÎSA-DER vekir.”
Kartal da zanîn ku di navbera du mehan de wan 4 pol vekirine û zêdeyî 100 xwendekarên wan ê Kurdî hene û wiha pê de çû: “Ji bo fêrbuna zimanê Kurdî niha 100 xwendekarê me hene. Herwiha di dawiya heftê de jî pola me ya zarokan hene. Ew zarokên navbera heftê diçin dibistanê zimanê Tirkî hîndibin, dawiya heftê jî bi avakirana derfetê DÎSA-DERê tên perwerdeya zimanê dayîka xwe dibînin. Em ji wek komele bi vê rewşê gelek keyfxweş dibin û hêla xebat û fêrkirina zimanê Kurdî de bêtir hêztir dibin.”
Komeleya Ehmedê Xanî kursên Kurdî vedike
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Aziz Baydillî jî got: “Rewşa awarte bandor li ser xebatên me dikirin. 2-3 sal in me qursên kurdî rawestandibûn. Em dê îsal dîsa dest bi qursên Kurdî bikin. Mamosteyên me yên kurdî gelekî baş in û em hêvi dikin wek dema pêvajoya çareseriyê eleqeyeke mezin peyda bibe. Li gor rewşê em dê qursên xwe zêdetir bikin.”