Li Erzeromê mij û berfê jiyan rawestand

09-01-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek navçeyên bajarê Erzeromê yê Bakurê Kurdistanê berf û mij û moranê jiyan rawestand. Li Navenda Kaşûnê ya Paltokanê car car mesafeya dîtinê gehişte 1 metreyê. Ji ber otomobîlan nikarîn biçin navenda kaşûnê geştyar neçar man bi piyan biçin. Herwiha li dibistanên bajêr jî rojek bû betlane.

 

Doh ber êvarê li Erzeromê saet derdora 17:30an ba û bahozeke bihêz destpê kir. Li Navenda Kaşûnê ya Paltokan di saetê de hêza ba gehişte 70 kîlometreyan. Piştre mij û moran û berfê destpê kir û welatiyan demên dijwar derbas kirin. Geştyarên ku hatibûn nav bajêr neçar man bi piyan biçin otelên xwe.


Li gor daxuyaniya Rêveberiya Keşnasiyê jî, berfa ku roja Sêşembê destpê kir dê îro li navenda bajarê Erzeromê û çend bajarokên wê bibare û herwiha tê çaverêkirin ku li Erzînganê jî berf bibare.


Ji ber berf û bagera zêde li hemû dibistanên Erzeromê roja Çarşemê bû betlane. Rêveberiya Keşnasiyê daxwaz ji welatiyan bi taybetî şofêran kir ku dema derdikevin ser rêyan tedbîrên pêwîst werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst