Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê li gel leşkerên Tirkiyê yê li herêma Başîkê ya Mûsilê axivî û ew pîroz kirin.
Dema duh Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Berat Albayrak û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag serdana kampa Başîkayê kirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bi leşkerên ku li kampê re li ser telefonê axivî.
Recep Tayyip Erdogan leşkerên Tirkiyê yên li Başîkayê pîroz kir û wiha got: "Ez hêvî dikim ku serkeftinên we yên li Başîkê zêdetir bibe. Xwedê alîkariya we be. Hûn li wê derê bi rastî destanekî dinivîsin."
Erdogan ji bo leşkerên li kampêne wiha got: "Ez di serî da we pîroz dikim. Ev perwerdeya ku hûn li wê derê didin pêşmerge û birayên me yên din ên li Mûsilê, dê ji bo aştiya herêmê bibe derfet."
Serokomarê Tirkiyê amaje kir ku heta niha bi awayekî serkeftî pêvajoya kampa Başîkayê dewam dike.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî li Hewlêrê bi telefonê ligel leşkerên Tirkiyê yên li Başîkê axivî û ji wan re serkeftin xwest.



