PAK: Ma 100 sal e heman tişt nînin ku niha tên kirin?

09-01-2017
RÛDAW
Nîşan PAK Nerazîbûn Peykerê bîranîna Robozkê
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  PAKê li hember rakirin û hilweşandina peykerê bîranîna komkujiya Robozkê nerazîbûna xwe nîşan da.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya ji Bakurê Kurdistanê li dijî rakirina peykerê bîranîna komkujiya gundê Robozkê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê derket.

 

PAKê li ser hesaba fermiya xwe ya di tora civakiya Twitterê de li hember biryara rakirin û hilweşîna peykerê bîranîna Robozkê berteka xwe anî ziman û dijatiya xwe li hember wê biryara hikûmeta Tirkiyê nîşan da.

 

PAKê ragihand: “Hilweşandina Peykerê Robozkê, ji kar avêtina mamosteyan, girtin û wêranî û kuştin heger rêya çareseriyê ban, ma 100 sal e her ne evin yên têne kirin?”

 

Peykerê Robozkî ku ji bo bîranîna 34 gundiyên di encama bombebarana firokeyên şer de li gundê Robozkê hatibûn komkujkirin, pêr şev ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li parkeke Amedê hatibû rakirin.

 

Di şeva 28ê Kanûna 2011an de 19 jê zarok 34 kolberên Kurd li gundê Robozkê yê ser bi qezaya Qilaban a bajarê Şirnexê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana balefirên şerî yên dewleta Tirkiyê ve canê xwe ji dest dabûn. Ji bilî 34 kuştiyan 4 kolber jî bi birîndarî ji komkujiyê filitîbûn.

 

Ji bo bîranîna qurbaniyên Robozkê ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve li Parka Rojava ya Amedê Bîrdariya Robozkê hatibû çêkirin.

 

Di 3yê Kanûna 2016ê de Cumalî Atilla weke qeyûm bo Şaredariya Mezin a Amedê hatibû tayînkirin û wî bi biryarekê tabloya li ser avahiya şaredariya ya bi zimanê kurdî û tirkî rakiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst