Gorran bo YNKê: Ti hincet nemaye êdî dema aşkerekirinê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji berpirs û endamên Tevgera Gorranê derbarê rêkevtina navbera Gorran û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de peyamek belav kirin û tê de ragihandin: “Êdî ti hincetek ji bo bêdengiyê nemaye, êdî dema wê hatiye ku di nêzîktirîn dem de serkirdatiya YNKê bi fermî û aşkere were agahdarkirin, da ku em bizanin aya ew amade ne rêkevtinê cîbicî bikin, an na.”

 

Îro duşemî 9ê Çileya 2017ê hejmarek berpirs û endamên Tevgera Gorranê derbarê rêkevtina navbera Gorran û YNKê de daxuyaniyek belav kirin. Daxuyanî arasteyê her du organên Tevgera Gorranê, Civata Niştîmanî û Civata Giştî haiye kirin û tê de daxwaza zanîna helwesta fermî ya YNKê li ser rêkevtina du alî ya navbera her du partiyan tê kirin, ku nêzîkî 8 meh berî niha ji aliyê serkirdeyên her du partiyan ve hatibû îmzakirin.

 

Di daxuyaniyê de behsa rêkevtina YNK û Gorranê hatiye kirin, ku di 17ê Gulan a 2016ê de li bajarê Silêmaniyê hatibû îmzakirin û tê gotin: “Nêzîkî 8 meh bi ser îmzakirina wê de derbas dibe, ji ber xwe vedizîna beşek ji serkirdatî û biryar bi destên YNKê ve, tenê yek xala wê jî nehatiye cîbicîkirin.”

 

Berpirs û endamên Gorranê amaje bi wê yekê kirine, ku ew li hember cîbicînekirina rêkevtinê nerazî ne û dibêjin: “Biryar bi destên YNKê di piraniya helwest û mijaran de bi tevahî li dijî naveroka rêkevtina xwe ya li gel me reftar dikin. Bi kurtî yariyeke gelek neşirîn dikin, ku bi zirara xelkê Kurdistanê û proseya siyasî bi giştî bûye.”

 

Berpirsên Tevgera Gorranê herwiha daxwaza bersiveke bilez ji her du organên Civata Niştîmanî û Civata Giştî yên Gorranê tê kirin û tê gotin: “Serkirdatiya YNKê pabendî wê rêkevtina ku ji bo radestkirina desthilatê di hikûmetên xwecihî de hatibû îmzakirin, nebûye.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha tê gotin:

 

“Di vî demî de, êdî bi nêrîna me ti hincetek bo bêdengiyê nemaye, êdî dema wê hatiye ku di nêzîktirîn dem de serkirdatiya YNKê bi fermî û aşkere were agahdarkirin, da ku em bizanin ka aya ew amade ne rêkevtinê cîbicî bikin an na? Eger amade ne, bila kerem bikin ji sibê ve pêngavên pratîkî bavêjin, eger jî poşmanin, bila bi xwe sedemên wê ji raya giştî re zelal bikin û dawî bi wê rêkevtinê bihînin. Eger jî wan tiştan nakin, êdî dema wê ye ku em ji aliyê xwe ve raya giştî û bi taybet kadro û dengderên YNKê û xelkê xemxorê nav wê partiyê, ji helwestên nerhon û xwe vedizîna serkirdatiya wan agahdar bikin, da ku ji aliyekê ve bo dîrokê ratsî ji hemûyan re zelal bibin, ji aliyê din ve jî Gorran ber çavê wê rohntir û destvekirîtir be bo kar û pêngavên dahatî.”