Roja duşemê li Başûrê Kurdistanê bêhnvedan e

Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi boneya mewlûda pêxember Muhemmed, roja duşemê li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tevî ku “pîrozbahî li hemû misilmanan kir bi boneya jidayikbûna fexrê kaynatan pêxemberê me yê mezin Muhemmed” ragihand ku roja duşemê 13/1/2014 li hemû saziyên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

Dizeyî herwiha hêvî xwest ku ev helket “bibe xêr û bereket û xweşî ji bo gelê me û tevahiya mirovatiyê”.