PWKyê bangî aliyên li Rojavayê Kurdistanê kir: Divê demildest bêne cem hev
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku ji ber pêşhateyên li Sûriyeyê, divê Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û bicivin.
Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.
Buroya Ragehandinê ya PWKyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, derbarê rewşa Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.
PWKyê di peyama xwe de bangî aliyên Kudan ên li Rojavayê Kurdistanê kir ji pêşhateyên nû bi hev re bicivin.
Peyama PWKyê wiha ye:
“Em hêvî dikin ku rûxandina rejîma Beşar Esed, ji miletê Kurd, gelê Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyeyê re rêya azadî, wekhevî, edalet, demokrasî û jiyaneke mirovane veke.
Eşkere ye ku rewşa piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, gelek rîskan û gelek firsendan jî di nav xwe de dihewîne.
“Pêwîst e hemû aliyên Kurdan bêne cem hev”
Em di wê baweriyê de ne ku li gorî vê rewşa nû, pêwîstiyeke lezgînî pê heye ku li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partiyên Kurdan bicivin, bêne cem hev.
Em dibêjin, îro hemû aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, divê tiştên ku heta îro rûdane deynin aliyekî, ji bo avakirina îdareyeke hevbeş a leşkerî, aborî, siyasî, dîplomasî bêne cem hev û wekî aliyê Kurd û Kurdistanî bibin mixatabê hemû dewletan.
Ev wazîfe û pêwîstiyeke esasî ya ji bo parastin û pêkanîna berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Eşkere ye ku titştên îro li Sûriyeyê rûdidin, dê tesîra xwe bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û her wiha li hemû perçeyên Kurdistanê jî hebe.
“Pêwîstî bi helwestên hevbeş heye”
Ji ber vê rastiyê jî ji her demê zêdetir îro pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendiya neteweyî, demokratîk, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê de, tor û mekanîzmayeke ku karibe koordînasyon, hemahengî, diyalog, dan û standin, şêwra navxweyî, bi hev re diyarkirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.”