Ziyad Hacî Ubêd: Em dixwazin HSD ji Minbic û 6 gundên wê derkeve û here rojhilatê Feratê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê Ziyad Hacî Ubêd got, "Em dixwazin HSDê ji Minbic û 6 gundên wê derkeve û here rojhilatê Feratê"

Her wiha Ziyad Hacî Ubêd got, "Dema ew derkevin rojhilatê Ferate, şer û pevçûn wê nemînin û ev operasyon wê bi dawî bibe."

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê Ziyad Hacî Ubêd beşdarî bultana Rûdawê bû û rewşa Minbicê nirxand.

Ziyad Hacî Ubêd wiha axivî:

"Pevçûn li ser bajarê Minbic hebû û ew bajar ji milîsên PKKyê hate standin. Hinek şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin, em ji wan dixwazin ji vê navçeyê derkevin aliyê rojhilatê Feratê.

Dema ew derkevin rojhilatê Feratê, şer û pevçûn wê nemînin û ev operasyon wê bidawî bibe.

Êdî wê bimîne proseyeke siyasî ku proseya siyasî ji bo hemû gelê Sûriyeyê wê bê kirin. Em û ew em di vê xakê de, hevbeş in, ti kêşeya me li gel Kurdan nîne, bi hemû pêkhateyan, kêşeya me bi PKK, PYD û YPGyê re ye.

Êdî piştî vê serkeftina mezin ku grûpên şoreşê li dijî rejîma Esed pêk anî, em daxwaza tebayî û hevlêborînê dikin û ji bo hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan azadiyê dixwazin.

Ji HSDê tê xwestin ku ji Bendava Tişrînê derkeve, bi aliyê Xefse ve û careke din vegerin aliyê rojhilatê Feratê. Li rojhilatê Feratê em yek guleyê bi arasteyî wan de bernadin.

Hemû xelkên Minbicê hatine koçberkirin, li nav kampan, li Cerablus, li gundewarê Efrîn û El-Bab in. Pêwîst e ew koçber vegerin cih û warên xwe.

Îro serdema sitemkarî û zordestiyê derbas bûye, û pêwîst e xelk vegerin cih û warên xwe. Malbatên Kurd li Minbic hene, em vê yekê nadin mandelê lê xelkên Minbic û xelkên Şiyûx û gundên ku koçber bûne, li nav kampan dijîn.

Pêwîst e em li gorî berpirsiyariyê bin û em hemû xelkên Sûriyeyê berpirsiyariya xwe li gel hev, hilgirin, û îro bi sedan efser hatine girtin, şoreşgêran bi sedan efser girtine û ew jî li gorî vê biryarê tev bigerin.

Divê ji van gundên Erebnişîn derkevin û bihêlin koçber vegerin cih û warên xwe. Hemû alî jî li ser maseya diyalogê li Şamê, wê bi rola xwe ya siyasî rabin.

Ev nerîna me ye, ti dijminkariya me bi kesekî re nîne. Me dijminkarî daye alî, û em nikarin her dem bimînin, di şer, pevçûn, pêkdadanan, nakokî û milmilaniyan de.

Xwedê diyariyekê da gelê Sûriyeyê ku em ji vê sitemê rizgar bûn. Pêwîst e me bi hev re hevkar bin û yekdest bin.

Şer û pevçûn namînin, em ê li ser maseya diyalogê rûnin û behsa qonaxeke veguhêz û wezaretan û hemû saziyên dewletê û avakirina Sûriyê bikin.

Em hemû Sûriyeyî ne. Ew kesên ku berjewendiyên wan li gel dewletan hene, bila derkevin, em xwe bi xwe, weke Sûriyeyî, bi hev re li ser yek maseyê diyalog û hevkariyê bikin.

Dema ku xelkên Til Refetê û gundên kurdnişîn û erebnişîn koçber bûn, me deriyê vegerê ber bi Efrînê ji wan re vekir. Wan got, em dixwazin vegerin Efrînê, me deriyekî ewle ji wan re vekir da vegerin cih û warên xwe, li nav kesûkarên xwe.

Berî 5-6 rojan ev yek hate kirin. Pêwîst e em li ser hemû astan kar bikin da kesên koçber vegerin cih û warên xwe, ev yekem armanca van şer û pevçûnan bû.

Dema koçber li navçeyên din hebin, em amade ne alîkariyê bi wan re bikin û em rêyekê ji wan re vekin ji bo vegerin.

Aniha PKK li Eşrefiyê û Şêx Meqsûd hene, me şerê wan nekiriye, bes e bi dawî bû, divê em nema şer bikin, û piştî çûna Beşar, divê ew jî hilbijêrin, û çekan deynin û em çaverêyî damezrandina hikûmetê bin.

Li bajarê Minbic şer û pevçûn nemane, çend gund hene ligel Bendava Tişrîn, em ji wan dixwazin jê derkevin, ji bo ku şer nemîne û em di paşerojê de bi hev re alkîkar bin û diyalog bibe û Çemê Ferat di navbera me de be, û hikûmetek pêk bê, hemû alî tê de beşdar bibin, ew jî tê de beşdar bibin û em jî tê de beşdar bibin, û hikûmeteke dadmendane bê damezrandin, û hemû milîs çekên xwe radestî dewletê bikin, êdî bila çekên belavbûyî nemînin.

Em dê li cem Minbic rawestin, ev hêla ku heye, Xefse bi Minbic ve girêdide, wê bi dawî bibe, şeş gundên biçûk hene em ji wan dixwazin bêyî şer û pevçûn ji wan deveran derkevin û redest bikin û vegerin rojhilatê Feratê, êdî ev kêşe namînin."