Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em rêzê li îradeya gelê Sûriyeyê digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Sûriyeyê got, "Em rêzê li biryar û îradeya gelê Sûriyeyê digirin û em hêvî dikin ku mafên hemû gel û pêkhateyan bên parastin."

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi lez û bez guherîn û rûxandina rejîma desthilatdar li Sûriyeyê bû sedema destpêkirina serdemeke nû.

Em rêzê li biryar û îradeya gelê Sûriyeyê digirin û em hêvî dikin ku Sûriyeya paşerojê azad, aştiyane, demokratîk û bi îstîkrar be ku tê de mafên hemû gel û pêkhateyan bên parastin."