Hewlêr (Rûdaw) - Gêlo Îsa got, "Rêveberiyeke navendî çanda dîktatoriyê ava dike û nema ku em li çanda navendî vegerin û em qebûl nakin."
Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.
Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed wekî bajarên Sûriyeyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê jî xelkê dest bi pîrozbahiyan kir.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xelkê bajêr aheng digerînin û kêfxweşiya xwe bi ketina rejîma Beşar el-Esed derdibirin.
Serê sibeha 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, welatiyên bajarê Qamişloyê bere bere li qad, meydan û cadeyên sereke yên bajêr kom bûn û dest bi rojeke nû ya dîroka gelê Kurd a bê rejîma partiya el-Beis kir.
Sibehê zû ciwanên her du bajarên Qamişlo û Hesekê peykerên Hafiz el-Esed, serokê pêşîtir û bavê Beşar el-Esed, serokê Sûriyê yê berê li qad û meydanên her du bajaran hilweşandin.
Bi sedema rewşa nû yê piştî ketina Esed, Rêveberiya Xweser rewşa amadebaşiya giştî ragihand û got:
"Ji ber ku li seranserê Sûriyeyê rewşa ewlehiyê xera dibe em bangî Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), zarokên gelê xwe û hemû sazî û partiyên xwe dikin ku divê rewşa alarmê derxin asta herî bilind.
Em didin zanîn ku divê ji bo parastina gund û bajaran a ji hemû metirsiyên potansiyel û têkoşîna bi pirsgirêkên ewlehiyê re hemû kes hişyar be."
"Rêvebiriya navendî çanda dîktatoriyê ava dike"
Derbarê ragihandina encûmena niştimanî ya vehuhêz ji aliyê mixalefetê ve, Gêlo Îso endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê ku beşeke Rêveberiya Xweser e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ev nîşaneke xirab e û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nayê qebûlkirin.
Her wiha Gêlo Îsa tekez kir ku rêveberiyeke "navendî çanda dîktatoriyê ava dike û nema ku em li çanda navendî vegerin."
Derdora demjimêr 05:00ê sibeha 8ê Kanûna Pêşîn, hêzên mixalefeta Sûriyeyê bêyî şer pevçûn derbasî nav Şama paytext bûn.
Ajansa Reutersê ji 2 berpirsên mezin veguhest ku Beşar el-Esed Şam bi cih hiştiye û çûye cihekî ne diyar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse