Li Minbicê şerekî dijwar heye

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike êrişî bajar dikin û niha li deriyê başûr ê bajar şerên giran hene.

Şer û pevçûnên li Minbicê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komen çekdarên ên navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” li xwe kiriye berdewan dike.

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê dixwazin Minbicê ji destê HSDyê derbixe û HSD jî li ber xwe dide.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa li wî bajarî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di nava 12 rojên dawî de çekdaran bi piştgiriya hewayî bi dehan êriş birine ser herêma Minbicê û gundewarê wê lê ew êriş hemû ji aliyê hêzên Minbicê û El Babê ve hatin şikandin.

“Şerên dijwar diqewimin”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê got:

“Çeteyan di van du rojên dawî de li hemû eniyên Minbicê êrişên xwe zêde kirine. Niha li eniyên Toxarê heta eniyên Eyn Dadat, Ereb Hesen û El Erîma di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar diqewimin.

Îro piştî nîvro komek çeteyan bi piştgiriya hewayî ya artêşa Tirk a dagirker û wesayîtên zirxî li deriyê başûrê bajêr bi pêş ve çûn û xwest zexta derûnî çêbikin lê ketin kemîna hêzên me.

Her wiha hinek hinek şaneyê veşartî yên çeteyan bi armanca ku zexta derûnî li ser gel çêbikin û tirsê çêbikin, ketin nava liv û tevgerê. Niha li deriyê bajar ê başûr pevçûn diqewimin.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê her wiha diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku şervanên wan dê êrişan pûç bikin.