Bereya Kurdistana Sûriyeyê piştî ketina Şamê daxuyaniyek belav kir

08-12-2024
RÛDAW
Nîşan Bereya Kurdistana Sûriyeyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bereya Kurdistana Sûriyeyê piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê paytexta Sûriyeyê kontrol kir û rejîma Beşar Esed rûxiya got, “Em li ser armanca avakirina Herêma Kurdistana Sûriyeyê ne.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê li ser rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û kontrolkirina Şamê ya ji aliyê HTŞyê ve daxuyaniyek belav kir.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Di vê roja dîrokî de ku gelê Sûriyeyê rûpeleke ji sîtemkarî û zordariyê quliband û rejîma Esed ku asteng bû li pêşiya azadî û rûmetê rûxand. Em vê li xelkê Sûriyeyê bi giştî û bi tevahiya pêkhateyên wê, pîroz dikin.

Em hêvî dikin ev guhertin bibe destpêkeke nû ji bo avakirina Sûriyeya azad, demokrat û pirreng ku tê de mafê tevahiya pêkhateyan, bêyî cudahî were parastin.

Em îro wekî Bereya Kurdistana Sûriyeyê vê yekê wekî hevpeymaniyeke ku partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li xwe digire bi fermî radigihînin.

Em li ser bingeha hevdîtinên siyasî yên hevbeş ku di encama Peymana Kurdî ya Hevbeş a derbarê Sûriyeyê de li Viyanayê hatibû derxistin in.”

Bereya Kurdistana Sûriyeyê li ser armanca xwe got:

“Armanca Bereya Kurdistana Sûriyeyê ew e ku li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê di navbera pêkhateyên wê de Sûriye bibe welatekî federal û demokrat.

Her wiha em li ser avakirina Herêma Kurdistana Sûriyeyê ya yekgirtî li gorî mafên wê yên destûrî ya di hundirê Sûriyeyê de ne.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê hewl dide danasîna bi mafên tevahiya pêkhateyên Kurdistana Sûriyeyê biçespîne û nasnameyên wan ên çandî, dîrokî û civakî biparêze.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê dibîne ku divê Kurdên Sûriyeyê wekî bingeheke sereke di her projeyeke siyasî de cih bigirin.

Ji ber vê jî avakirina vê bereya siyasî tê wateya tijîkirina valahiya siyasî ku aliyên siyasî yên din çêkirine û nikaribûn heta niha hêvî û berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyeyê wekî tê xwestin pêk bînin.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê pabend e bi aliyên mixalefeta Sûriyeyê ya nerm re bixebite ku baweriya wan bi demokrasiyê tê û mafên gelê Kurdistana Sûriyeyê qebûl dikin, dûrî siyasetên tunekirin û dûrxistinê da ku hevkariyeke niştimanî li ser bingeha rêzlêgirtin û dadperweriyê were avakirin.

Her wiha Bereya Kurdistana Sûriyeyê hewl dide dualiya siyasî nehêle ku bûye asteng li pêşiya karê siyasî li Kurdistana Sûriyeyê û çêkirina atmosfêreke siyasî ya giştî û serbixwe.”

“Aştî, azadî û wekhevî”

Bereyê li ser lihevkirinên siyasî çend bingehên sereke rêz kirin û da zanîn:

“Bereya Kurdistana Sûriyeyê li ser van bingehên sereke di her lihevkirineke siyasî de tekez dike:

1- Avakirina sîstemeke demokrat li ser bingeha yasa û mafên mirovan.

2- Parastina mafên çandî û neteweyî yên tevahiya pêkhateyan.

3- Çespandina sîstema federal ku desthilat di navbera herêm û navendan de were dabeşkirin.

4- Çavdêriya civakî û xurtkirina dadperweriya civakî.

Em di Bereya Kurdistana Sûriyeyê de pabend in li gel tevahiya aliyên niştimanî û navneteweyî bixebitin û berdewam bikin, ji bo avakirina paşerojeke geş ji bo gelê Kurdistana Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyiyan ku di vê paşerojê de aştî, azadî û wekhevî pêk were.”

Bereya Kurdistana Sûriyeyê tekez kir ku deriyên wan ji aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe re vekirî ne.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê destnîşan kir ku li gorî rêbaza navxwe Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Evdo Hebeş ji bo dewra yekem a şeş meh bûye Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê.

Bereyê civîna desteya serokatiyê ya civata xwe yekemîn li dar xist û berpirsên ofîsan destnîşan kirin ku di demeke nêzîk de dê ofîs û navên endamên wan werin ragihandin.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Piştî kontrolkirina Humsê HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst