Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Li aliyê din komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê jî êrişî herêmên rêveberiya xweser dikin.

Rêveberiya Xweser jî ji şer û pevçûn û bipêşketinên li herêmê qedexeya derketina derve îlan kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Ji ber rewşa ewlehiyê ya awarte ku Sûriye tê re derbas dibe û ji bo parastina ewlehiya hundirîn û nehiştina kiryarên ku ziyanê dide ewlehî û aramiya welatiyan, em di bin Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qedexeya derketinê li hemû kantonan, radighînin.

Qedexeya derketina derve saet 20:00an dest pê dike û heta 08:00an berdewam bike."