Girtiyekî din ê Kurd piştî 32 salan hate berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Ridvan Yusufogluyê ku ji sala 1991yê ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Ridvan Yusufoglu, di 16 saliya xwe de hat girtin û di 48 saliya xwe de hat berdan.

Ridvan Yusufoglu, sala 1991ê li Mêrdînê hat desteserkirin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “têkdana yekitî û yekparçeyiya welêt” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birî.

Yusufoglu, di 32 salan de li girtîgehên Şirnex, Amed, Mêrdîn, Tokat, Edene û çend bajarên din ma.

Girtiyê Kurd, di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.

Ji bo Yusufoglu, berî 17 salan nexweşiya Ulseratîf Kolît ku cûreyeke nexweşiya roviyan e hat teşxîskirin.

Li aliyê din nexweşiyên wî yên wekî varîs, fitiqa piştê, mîde û apneya xewê hene.

Li gorî nûçeya MAyê, Yusufoglu li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Girtiyê Kurd Yusufoglu tevî malbata xwe derbasî navçeya Silopyayê ya Şirnexê bû.