RIHA – Welatiyek li ser dewlemendiya Kurdî vîdeoyan belav dike: ‘Zimanê me hebûna me ye’

08-12-2023
Mihemed Emîn Demir
RIHA – Welatiyek li ser dewlemendiya Kurdî vîdeoyan belav dike: ‘Zimanê me hebûna me ye’
RIHA – Welatiyek li ser dewlemendiya Kurdî vîdeoyan belav dike: ‘Zimanê me hebûna me ye’
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî bi navê Vahdet Demîrê ji navçeya Sirûcê ya Rihayê li ser torên civakî vîdeoyên li ser dewlemendiya zimanê Kurdî belav dike.

Ew dibêje, di zimanê Tirkî de peyvek ji bo 5 tiştan tê gotin lê di zimanê Kurdî de ji bo her tiştekî çend peyv hene ku têne gotin.

Armanca vê çalakiyê jî ew e ku nîşan bide ka zimanê Kurdî ji bo perwerdehiyê çiqas dewlemend e.

Pîşeya wî welatiyê Kurd zêringerî ye ew lê dixwaze balê bikişîne ser dewlemendiya zimanê Kurdî.

“Zimanê me dewlemend e yan zimanê wan”

Zêringer Vahdet Demîr anî ziman:

“Ez dê niha li ser kelîmeyekê bersiva wan bidim, em dê binêrin ka zimanê me dewlemend e yan zimanê wan.

Hevalên hêja hûn dizanin ku Tirk, bi Tirkî ji jina birayê xwe re, ji jina xalê xwe re û ji jina apê xwe re dibêjin yenge, ji her sêyan re navekî dibêjin.

Em Kurd ji jina birayê xwe re dibêjin jinbira, em ji jina apê xwe re dibêjin amojin û em ji jina xalê xwe re dibêjin xalojin.”

Bi van vîdeoyên li ser torên civakî dewlemendiya zimanê Kurdî nîşan dide û bersiva wan kesên ku dibêjin bi zimanê Kurdî perwerde nabe, dide.

Vahdet Demîr şêniyê navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Vîdeoyên wî yên ku zimanê Kurdî û Tirkî dide ber hev, li ser torên civakî karvedaneke zêde li pey xwe anî.

Hem Kurd û hem Tirkan li ser vîdeoyên wî bi sedan şîrove nivîsandin.

Demîr bi rêya Rûdawê bangî Kurdan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

“Kurdên hêja zimanê me hebûna me ye”

Zêringer Vahdet Demîr herwiha got:

“Kesên ku dixwazin zimanê Kurdî ho bibin bila herin Dîwana Ehmedê Xanî bixwînin, bila herin nivîsên Melayê Cizîrî bixwînin, bila herin beytên Feqiyê Teyran guhdar bikin.

Ew kesên ku zimanê me meraq dikin bila herin gotin û stranên sazbendên me Kurdan guhdar bikin, bila herin Şakiro guhdar bikin.

Kurdên hêja zimanê me hebûna me ye, heger zimanê me tunebe miletê me jî tune. Ji ber wê em dê her tim li zimanê Kurdî xwedî derkevin û zimanê Kurdî ho bibin. ”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kurd her sal derdikevin kolanan, çalakiyên zimanê Kurdî dikin û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin.

Desthilata Tirkiyeyê jî bi hincetên cuda guhê xwe ji daxwazên Kurdan re digire û bê bersiv dihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst