Li Hesekê zerik belav dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê nexweşiya zerikê belav dibe.

Li Nexweşxaneya Gel a Hesekê bijîşkên pispor dibêjin di demên dawî de rewşên nexweşiya îltihaba kezebê ango zerikê zêde bûne.

Aliyên pêwendîdar jî sedema nexweşiyê bi rêjeya zêde ya pîsbûna hewa û jîngehê ya li navçeyê ve girê didin.

“Nîşana zerikê zerbûna mîzê û spîka çav e” 

Rêvebera Beşa Nexweşiyên Veguhêz û Demdirêj Rojîn Faris Îbrahîmê got:

“Nîşanên pêketina bi nexweşiya îltihaba kezebê, zerbûna spîka çav û zerbûna zêde ya mîzê ye.

Li ba zarokan jî li gel bilindbûna germbûna laş, lawazbûna giştî û zikêş e.

Eger rêjeya pêketina nexweşiyê ji sedî 45 zêdetir bibe divê zarok şîrîniyê zêde bixwin.

Herwiha divê tevgera wî li nav malê bê kêmkirin da ku nexweşiyê veneguhêze kesên din.”

Bijîşka pispor a di warê nexweşiyên veguhêz û demdirêj de dibêje nexweşê îltihaba kezebê bi rêya çend tedbîr û rêkaran çareser û rehet dibe.

“Eger zarokek bi zerikê ketibe divê zarokên din jê bên parastin”

Rojîn Faris Îbrahîmê wiha anî ziman, “Nexweş bi rêya dayîna zêde ya şîrînî û xwarina kêm tewaş, paqijiya zêde ya dest berî xwarinê û piştî xwarinê û xwarina paqij rehet dibe.

Li derdorê jî eger zarokek bi zerikê ketibe divê xelk nehêlin zarokên wan derkevin da ku wan jê biparêzin.”

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di 12 salên şerê navxwe de, zêdetirî 13 hezar kes bi nexweşiya zerikê ketine.

Wezarêtê da zanîn ku tenê îsal hezar û 185 rewş hatine tomarkirin ku piraniya wan jî li parêzgehên Hema, Dera, Tertûs, Heleb, Îdlib û parêzgehên bakurê rojhilat in.