AMED – Qeyûm tabelaya bi Kurdî rakir

08-12-2023
Nîşan Amed Bismil Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, tabelaya bi Kurdî rakir û li şûna wê tabelaya bi Tirkî danî.

Qeyûmê Şaredariya Bismilê tabelaya gundê Seletê ya bi Kurdî ya ku li serê “Hûn bi xêr hatin” hatibû nivîsandin rakir û li şûna wê tabelayeke bi Tirkî danî.

Herwiha tabelayên bi Kurdî yên navên gundên “Selet” û “Seleta Jor” jî hatin rakirin û li şûna wan jî tabelayên bi Tirkî hatin danîn.

Qeyûmê Bismilê sala 2021ê jî navê Parka Vedat Aydin guherîbû û navê Vedat Aydin ji ser parkê rakiribû.

Gundê Seletê, berî Yasaya Bajarên Mezin bajarok bû û sala 2015an dema şaredarî di destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bû tabelaya bi Kurdî hatibû danîn.

Piştî ku desthilata AK Partiyê qeyûm danîn ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, bi sedan navên gund, bajarok û saziyan ên bi Kurdî hatin rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst