Şewata Soranê: Mesrûr Barzanî fermana lêpirsînê da

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Şewata Soranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî têkildarî şewata ku bi şevîmaneke xwendekaran a li Soranê ket diyar kir ku ew bi rayedaran re axiviye û ji bo lêpirsîneke berfireh ferman daye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Serkar Sûrçî ragihand, “14 kesan canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.”

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamoste lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.

Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di kongreyeke medyayê de got:

“Hemû qurbaniyan ji dûmanê canê xwe ji daye. Hemû tîmên parastina sivîlan bi hemû derfetên xwe welatiyên di hundirê avahiyê de rizgar kirin. Tîmên tenduristiyê hewl dan ku birîndaran rizgar bikin.

Rewşa hemû birîndaran baş e lê hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye 14 in, ji wan 10 mêr û 4 jin in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Min bi Rêvebirê Îdareya Serbixwe ya Soranê re peywendî danî û min geşedanên dawî yên têkildarî şewatê wergirtin.

Ez ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazim.

Ji bo sedema şewatê eşkere bibe, min daxwaza lêpirsîneke bilez kir.

Min Rêvebirê Îdareya Serbixwe ya Soranê û saziyên pêwendîdar ên hikûmetê jî rasipardin ku ji bo mexdûrên şewatê çi pêwîst be bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst