HAT NÛKIRIN - Li Soranê agir bi şevîmaneke xwendekaran ket: 14 kesan canê xwe ji dest da

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Soran Xwendevan Mamoste Şevîman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamoste lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Serkar Sûrçî ragihand, “14 kesan canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.”

Di heman demê de çavkaniyekî ji Asayîşa Soranê mirina 14 kesan piştrast kir û ji Rûdawê re got:

“Heta niha eşkere bûye ku 5 ji wan Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û 3 jî xelkê Çomanê ne. Kesên ji Soran û Hewlêrê jî di nava şewatê de hene.”

Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di kongreyeke rojnamevanî de got:

“Hemû qurbaniyan ji dûmanê canê xwe ji daye. Hemû tîmên parastina sivîlan bi hemû derfetên xwe welatiyên di hundirê avahiyê de rizgar kirin. Tîmên tenduristiyê hewl dan ku birîndaran rizgar bikin.

Rewşa hemû birîndaran baş e lê hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye 14 in, ji wan 10 mêr û 4 jin in.

Li ser fermana serokwezîr, em dê komîteyeke taybet ava bikin û lêkolîneke cidî li ser çawaniya derketina agir bikin û çima wan kesan nekarîn hewl bidin xwe rizgar bikin.

Ti kes bi şewatê nemiriye lewma em dê komîteyeke taybet ava bikin û encaman ji welatiyan re ragihînin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Serkar Sûrçî jî daxuyaniyek da û anî ziman:

“Li bajarê Soranê agir bi avahiyekê ket û 14 xwendekar û mamosteyan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Tîmên hawarçûnê, bijîşk û karmendên Nexweşxaneya Aştiyê ya Soranê ji bo dermankirin û pêşwazîkirina qurbaniyên vê karesatê amade bûn û berdewam in di karê dermankirina birîndaran de.”

Avahî li ser rêya sereke ya Soran–Çomanê li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ye.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar diyar kir ku li qatên sêyem û çarem cihên ku mamostê lê diman bûn.

Heta niha jî sedema şewatê nayê zanîn lê piştî nêzîkî saetekê ji bûyerê Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd ji Rûdawê re ragihand, kesên din ên di nav avahiyê de hatine rizgarkirin û kes di avahiyê de nemaye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst