EFRÎN - Cendirmeyên Tirkiyeyê gule li xelkê reşandin, kuştî û birîndar hene

08-12-2023
Nîşan Efrîn Cendirmeyên Tirkiyeyê Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cendirmeyên Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Hemamê yê Cindirêsa Efrînê, gule li hinek welatiyên Sûriyeyê barandin.

Di encama gulebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, bûyerê şeva borî rû daye û van kesan dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Navê kesekî ku hatiye kuştin Mihemed Casim e û 28 salî ye lê navê yê din ne diyar e.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve, li ser sînorê Tirkiye-Sûriye û bakur û rojavayê Kurdistanê 555 welatiyên sivîl ên Sûriyeyî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

Di nav wan 555 kesan de 103 zarok û 67 jin jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst