Serokwezîra Îtalyayê daxwaza pêşxistina pêwendiyên Îtalya û Kurdistanê kir

08-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îtalya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Giorgio Meloni
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîra Îtalya ya nû Giorgio Meloni wergirt û di hevdîtinekê de pêwendiyên dostane yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û Meloni got, ku ew çaverê dike di demeke nêzîk de bi Mesrûr Barzanî re bicive.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîra Îtalyayê di nameya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku “pêwendiyên dostane yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de dîrokeke wan a dûr û dirêj heye û her du alî jî di rûbirûbûna kêşeyên li pêşiya ewlehî û aramiyê de hevbeş in.”

Serokwezîra Îtalyayê herwiha tekezî li ser wê kiriye ku Îtalya dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike, bi taybetî pêşxistina pêwendiyên dualî di warê bazirganî, çandinî û enerjiyê de.

Giorgio Meloni di nameya xwe ya bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hêvî dike ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bibe sedema bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, da ku armanca hevbeş a aştî, geşepêdan û bextewerî pêk were.

Di dawiya nameyê de, Serokwezîra Îtalyayê dibêje: “Ez li bendê me di derfeteke nêzîk de we bibînim û bi we re bicivim.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst