Parêzgariya Colemêrgê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Colemêrgê derbarê şerê şevê din ê li de ku li bajarê Colemêrgê çêbûbû û dihat gotin Serokê Rêkxistina MHPê ya Colemêrgê Fatîh Ozbek gule li kesekî reşandine û ew birîndar kiriye daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, îdiayên ku di hin medyayan de û li ser medyayên civakî hatine belavkirin ku qaşo Serokê Rêkxistina MHPê ya Colemêrgê Fatîh Ozbek bi gule kesek birîndar kiriye, ne rast e.

Li gor daxuyaniyê, pirsgirêk di navbera du kesan de û ji ber pirsgirêkeke malbatî çêbûye û tê gotin, “Tohmetbar piştî bûyerê bi demeke kurt hatiye desteserkirin. Lêpirsîna ligel berdewam e. Ti pêwendiyeke Serokê MHPê Fatih Ozbek bi vê bûyerê re nîne. Herwiha derbarê wan kesên bi zanebûn ev bûyer bo têkdana aramiyê û ewlekariyê bikar anîne jî pêvajoya edlî ya pêwîst hatiye destpêkirin.”

Şevê din 7ê Kanûnê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hat îdîakirin ku di navbera eşîrên Pinyanişî û Gravî de şer derketiye û dikanên bazarê hatine talankirin û ji her du aliyan jî birîndar hene.

Lê li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, li navenda parêzgeha Colemêrgê Serokê Rêxistina MHPê ya bajêr Fatih Ozbek bi çekê gule li kesekî reşandine û piştî wê dikandaran dikanê xwe girtine.

Herwiha li gor îdîayan, piştî bûyerê kesekî xizm û hîmayeyê Serokê Rêxistina MHPê xwe radestî polîsan kiriye û gotiye wî gule berdaye kesekî.