Şaxewan Ebdullah: Roja Duşemê dê biryara dawî li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd were dayîn

08-12-2022
RÛDAW
Şaxewan Ebdullah: Roja Duşemê dê biryara dawî li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd were dayîn
Şaxewan Ebdullah: Roja Duşemê dê biryara dawî li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd were dayîn
Nîşan Kerkûk Madeya 140
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê diyar kir, ew li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê berdewam in û di vê çarçoveyê de, roja Duşemê dê civîneke bi biryar pêk bînin û got, “Me nehişt ku cotkarên me di bin zextan de bin” her wiha destnîşan kir li her cihê ku artêş piştgiriya Erebên hawirde bide “Me desterdan kirine û me ew rawestandine.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro Pêncşemê 8ê Berfanbara 2022an li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê, madeya 140, firokexaneya Kerkûkê û li ser çend pirsên din ji Rûdawê re axivî.

Şaxewan Ebdullah pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê ragihand, niha mijara çareserkirina zeviyên çandiniyê û projeyasaya hilweşandina biryarên Partiya Beas yek ji wan xalên ku di parlamentoyê de deng li ser hatine dayîn ku berê tenê pişt bi madeya 140 dihat spartin.

Şaxewan Ebdullah ku beriya niha bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û pêkhateyên Kerkûkê li ser mijara zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê civînek li dar xistibû got, “Me di civîna dawî de pêşketineke baş bi dest xist û roja Duşema bê em ê civîneke diyarker li dar bixin.”

Şaxewan Ebdullah li ser karnameya hikûmeta nû ya Iraqê û madeya 140 anî ziman, “Peykerê nû yê madeya 140 dê di budceya 2023an de ji nû ve were dîzaynkirin û fînansekirin, ji ber ku gelek xelkê me li Mûsil, Xaneqîn û Kerkûkê mane ku divê werin qerebûkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst