Li Efrînê îstixbarata Tirkiyê jineke Kurd a 62 salî girt

08-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn- Sûriyê ragihand ku bi behaneya ku ligel Rêveberiya Xweser kar kiriye, Îstixbarata Tirkiyê MIT jineke Kurd ya bi temen li Efrînê girt.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn- Sûriyê ragihand, dewriyeke hevbeş ya polîsên serbazî û Îstixbarata Tirkiyê bi hev re roja 2ê vê mehê jineke Kurd bi navê Henîfe Xelîl Tirk ya 62 salî li gundê Edamwa yê Racoyê bi tohmeta ku endama Komîna Rêveberiya Xweser bûye girtine.

Rêxistina navborî herwiha diyar kir ku heta niha çarenivîsa wê ne diyare û nizanin li ku derê girtî ye.

Di Mijdara borî de, grûpên çekdar û polîsên serbazî yên ser bi Trikiyê ve, 21 sivîl li Efrînê girtibûn, 2 kes ji wan beramberî dayîan 400 dolaran hatibûn azadkirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst