Kazimî çi soz da Hêzên Pêşmerge?

Hewlêr (Rûdaw) – Supasalarê Pêşmerge eşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî soz da ku dûrbînên termal bo Hêzên Pêşmerge dabîn bike. Herwiha Kazimî soz da ku cudahiyê nexe navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ye, îro gihişt Hewlêrê û piştî civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û berpirsên din ên serbazî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Mexmûr û gundê Lihêban kir.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî ku di civîna li gel Kazimî de amade bû, ji Rûdawê re ragihand, wan di civînê de ji bo Hêzên Pêşmerge daxwaza dûrbînên termal kir û Kazimî jî soz da ku ji budceya ku bo artêşa Iraqê hatiye terxankirin, dûrbînên termal bo Hêzên Pêşmerge jî bên dabînkirin.

Berpirsê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Pêşmerge Sîrwan Barzanî jî derbarê civîna li gel Kazimî de ji Rûdawê re ragihand, “Pirsgirêka me ya sereke, valahiya emnî bû. Ev hevahengiya niha çêbûye, valahiyan tijî dike û liv û tevgera DAIŞê lawaz dike” û got jî, “Kazimî soz da ku cudahiyê nexe navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn jî ji Rûdawê re ragihand, “Hevahengiyeke baştir di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbû û ev jî dê bandoreke erênî li ser encamên operasyonan bike.”

Li aliyê din Kazimî di civîna li Mexmûrê de bang li DAIŞê kir û got, “Em di kemînê de ne û dê yek bi yek nêçîra we bikin, dê yek bi yek nêçîra serkirdeyên we bikin.”