HSDê û Hêzên Hevpeyman manoreke serbazî pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî manoreke leşkerî encam da.

Nevenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li ser rêya (Ebû Xeşeb), li gundewarê rojavayê Dêre Zorê manoreke serbazî encam da.

Di manora serbazî de Hêzên Hevpeyman û HSDê çekên corbicor bikar anîn, bi hevşêweyî operasyonên hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê.

Di vê çarçove de, HSDê tekezî li ser berdewamiya hevbeşiya xwe ligel Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku ew ê di berengarbûna DAIŞê de, berdewam bin.

Hebûna Amerîkayê li Rojava

Amerîka di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Îlona 2014an de bi rêya bordûmana pêgehên DAIŞê li Kobanî dest bi alîkariya şervanên Kurd kir û piştre hêzên xwe veguhestin Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên din ên Sûriyê.

Li parêzgeha Hesekê 4 binkeyên serbazî yên sereke yên Amerîka hene ew jî: Binkeya Rimêlan, Binkeya Til Bêder, Binkeya Hesekê û Binkeya Şedadî.

Niha derdora 900 serbazên Amerîkî li bakûr û rojhilatê Sûriyê hene ku piştevaniya hêzên HSDê di rûbirûbûna şaneyên DAIŞê de dikin û rahênan û perwerdeya serbazî bi wan hêzên xwecihî dikin.

Hêzên Hikûmeta Sûriyê jî li Çargoşeya Ewlehî ya bajarê Hesekê, û li Çiyayê Kewke hene.

Li Qamişlo jî, li Çargoşeya Ewlehî û li Taxa Zinûd û Terteb hene, 20 kîlometreyan li başûrê bajarê Qamişlo.