Mesrûr Barzanî û Kazimî li ser operasyonên hevbeş civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel şandeke pilebilind a serbazî li Hewlêrê ye û li navenda operasyonên hevbeş li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û mijareke sereke operasyonên hevbş ên dijî DAIŞê bû ku îro destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di civîna Mesrûr Barzanî û Mistafa Kazimî de dawî pêşhat û guhertinên piştî hilbijartinê yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser girîngiya seqamgiriya rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina bingehîn ji bo pirsgirêkên hatine paşxistin ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Zêdebûna êrişên DAIŞê di vê heyama dawî de mijareke din a civînê bû û li gor daxuyaniyê, ji bo bidawîkirina êriş û metirsiyên DAIŞê, tekezî li ser girîngiya hewl û şiyanên bihêzkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat kirin.

Ev di demekê de ye ku îro Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo paqijkirina DAIŞê ji wan herêmên di kevin navbera herdu hêzan ku DAIŞê ji bo êrişên xwe bikar tîne, dest bi operasyonên hevbeş kirin.

Operasyona hevbeş a Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê îro li Mîhwera Yek a Germesêr û Mîhwera Du a Qeretepe dest pê kir.

Di çarçova operasyonê de ji mîhwera Germesêr ve lîwayên 3 û 5 ên piyade û ji mîhwera du a Qeretepe ve jî lîwayên 9 û 17 yên piyade yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve, li gel hejmareke yekîneyên hêzên 70 beşdar in.