Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi operasyonên hevbeş kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bêhtir ji çar salan, careke din Pêşmerge û hêzên Iraqî dest bi operasyonên hevbeş kir.

Operasyon ji bo yek armanca hevbeş e, ew jî nehiştina metirsiyên DAIŞê ye, li zeviyên navbera wan, ku aniha bûne valahiya ewlehî.

Operasyona vê carê, piştî gelek civînan û biryardanê li ser hebûna hevahengiya bihêz a serbazî û hewlagirî destpê kir.

Şoriş Ismaîl, Wezîrê Pêşmerge, dibêje, “Asta peywendiyên Wezareta Pêşmerge li gel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di asteke baş de ne. Ev jî destekefteke mezin e ji bo hemû aliyan ku bi hev re em bikarin wan derfetên nehêlin ku berî niha bo DAIŞê derketibûn.”

Destpêkirina vê operasyonê di demekê de ye, ku ji 16yê Cotmeha 2017an ve, valahiyeke ewlehî li Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, dirust bûye.

DAIŞê keysbaziya wê valahiya ewlehî kiriye, ji bo rêkxistina rêzên xwe û encamdana êrîşan li wan deveran.

Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge dibêje, di 10 mehên yekem ên îsal de, DAIŞê li wan navçeyan 206 êrîş encam dane û bi wê sedemê jî, 837 kesan canên xwe jidest dane, yan birîndar bûne yan jî winda bûne.

Emîd Rukin Adil Cebar Zengene-Nûnerê Wezareta Pêşmerge li Fermandeya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê

Di dema vê heftiyê de, du caran şanda Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê kiriye û aniha jî şand li Becxdayê ne.

 

 

Lîwa Tehsîn Xefacî, berdevkê Fermandeya Opserasyonên Hevbeş ên Iraqê, dibêje, “Ew pêşketina mezin a di navbera Fermandeya Operasyonên Hevbeş û Hêzên Pêşmerge de, hatiye bidestxistin, ji encama civînên gelek e. Bi rastî em gihiştine encama gelekî baş. Ji encama wan civînan Navendên Hevahengiya Hevbeş hatin dirustkirin. Erkê wan navendan hevahengîkirin û encamdana operasyonên serbazî yên hevbeş, herwiha girîngîdan bi wan navçeyên ku cihê girîngiya ewlehî ne, li cem herdu aliyan.”

27ê meha bûrî, DAIŞê 6 êrîş li ser sengerên Pêşmerge û welatiyan li sînorên Germiyan, Mexmûr û Pirdê encam dane, û bi wê sedemê 22 Pêşmerge û welatî şehîd bûne.