Navên Kurdî li zarokan dikin lê bi Tirkî bi wan re daxivin

Amed (Rûdaw) - Li Tirkîyê di salên 90î de ji ber qedexeyên li pêş Kurdî kurda newêribûn navên kurdî li zarokên xwe bikin, lê piştî salên 2000î astengiyên li pêş Kurdî qismek rabûn û hin serbestî hatin,bi van serbestiyan kurda navên Kurdî li zarokên xwe kirin lê vê carê asîmîlasyona xwe bi xwetî ket nav jiyana Kurdan. Ev zarokên di salên 90î de bi giştî kurdî diaxivîn lê navên wan tirkî bû, niha Kurd zêdetir navên kurdî li zarokên xwe dikin lê zarokên wan bi Kurdî nizanin.

Pispor dibêjin eger pêşî li vê yeke neye girtin zimanê Kurdî dê gelek lawaz bibe û dê bibe sedema nivşên Kurd ên winda.

Di van bîst salên dawî de bi serbestiya zimanê Kurdî, Kurdan navên Kurdî li zarokên xwe dikin lê kêşeya herî mezin a civaka Kurd di nava xwe de neaxaftina bi Kurdî ye.

Dê û bav bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin û ev jî dibe sedema lawazbûna zimanê Kurdî û bi vê yeke nivşên nû ji zimanê xwe dûr dikevin. Malbata Açıkgoz yek ji van malbatane ku navên Kurdî li herçar zarokên xwe kirine lê belê zarokên wan qet bi Kurdî nizanin.

Welatiyê bi navê Salih Açikgoz dibêje: “Min got nasnama me Kurd e, çanda me Kurd e bila navên zarokên min jî Kurdî be, ez pê kêfxweş bûm lê ji ber ku Kurdî nizanin ez xemgîn dibim. Zarok tirkî xeber didin, sedema yekemin televizyon, jiyana li bajêr û dibistan, helbet dibistan bandorek mezin li ziman dikin.”

Yasamîn Açikgoz jî derbarê zarokên xwe de dibêje: “Kurdî nizanin xeber bidin, bi tirkî xeber didin yanî ev jî sûcê min e, ez bi wan re tirkî xeber didim.”

Keça malbata Açıkgoz,  Zîlan a 21 salî jî ji ber neaxaftina bi kurdî ya  di nav malê de ji zimanê dayika xwe bêpar maye û jiyana xwe bi giştî  tirkî dimeşîne.

Zîlan Açikgoz da zanîn ku ew çar xwîşk û bira ne, lê ew  herçar jî kurdî nizanin û got: “Dê û bav ji ber ku di nav mal de bi kurdî xeber nadin sûc ê wan e. Ji ber ku ew di mal de bi kurdî xebernadin em jî ferî kurdî nebûn.”

Kompaniya şêwirmendî û lêkolînê Rawest di sala 2018an de li Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê bi 600 ciwanên Kurd ên ku temenê wan di navbera 18-30î de ne hevdîtineke rû bî rû kiriye. Li gori vê lekolina ku bi sernavê “hûn zimanê xwe çiqas dizanin” hate kirin, ji sedî 18an bersiva “hem dikarim bixwînim hem dikarim biaxivim”, ji sedî 26 “ez diaxivim lê nikarim bixwînim û binivîsim”, ji sedî 24,5 “fêhmdikim lê nikarim biaxivim”, ji sedî 17an “kêm fêhmdikim lê qet nikarim biaxivim”, ji sedî 14,5 jî bersiva “hin bêjeyan dizanim hin bêjeyan jî qet nizanim” dane.

Kordînatorê Rawestê Reha Ruhavioglu jî dibêje: “Navlêkirina bi Kurdî tiştek nîşanî me dide yanî malbat dixwazin ku zarên wan bi Kurdî biaxivin û jiyanek kurdewar bidomînin. Ji bo wê yeke navên kurdî li zarokan dikin. Ev tesîrek li ser ziman dike lê bele qasî ku navên zaroka Kurdî dibin Kurdî bi xwe zede nabe,axaftina Kurdî kêm dibe. Navbera  dê û bav û zarokan de li gor lêkolînên me ji sê para parek bi axaftina Kurdî kêm dibe.”

Xelkên Amedê her çend girîngiyê bidin navlêkirina kurdî jî ji ber sedemên cûda cûda heman girîngiyê nadin axaftina bi Kurdî.

Welatî Hasret Demîrel jî got: “Navê lawê min Ciwan e. Ez bi Cwan re hem Kurdî xeber didim hem jî Tirkî. Bêguman zimanê dayîkê girîng e.”

Derbarê mijarê de Dengbêj Weysî Varol jî wiha axivî: “Mala dewletê ava be, xwedê ji dewletê razî be di gund de jî di dibistanê de gotin heke bi tirkî neaxivî em te derbas nakin ji astê. Ev derdek giran e, derdek girîng e.”

Pispor dibêje eger ku ev rewş bi vî rengî dewam bike û di jiyana rojane de zimanê Kurdî neye bikaranîn tenê dê nav bi Kurdî bin û axaftin de bi Tirkî be. Ev jî xetereya herî mezin a li ber zimanê Kurdî ye.