Peyamnerê Rûdawê Şewket Herkî û wênegirê Rûdawê Ayhan Bayrak hatin xelatkirin

08-12-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Komeleya Rojnamevanên Başûr Rojhilat xelatên salane dabeş kirin
Komeleya Rojnamevanên Başûr Rojhilat xelatên salane dabeş kirin
Nîşan Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat xelatên xwe yên  pêşbirka îsal a di navbera xebatkarên çapameniyê de  belav kirin. 34 emîn rewresma dayîna xelatan li bajarê Amedê birêveçû û Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Enqerê Rûdawê Şewket Herkî  û kameramanê ofîsa Rûdawê yê Amedê Ayhan Bayrak jî hatin xelatkkirin.

Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat xelatên xwe yên îsal belav kirin. 34 emîn rewresma dayîna xelatan li bajarê Amedê birêveçû. Di rewresma xelatdayînê de Parêzgarê Amedê Parlementerên AK Partiyê Serokên Sendîka û jûrên Amedê jî hazir bûn.

Rewresm bi gotarên beşdaran destpêkir û xelatên îsal hatine dayîn. Wek her sal îsal jî 2 xebatkarên Tora MedyayaRûdawê  hatine xelatkirin.

Berprisê Ofîsa Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî di beşa baştirîn nûçeya  Kurdî ya salê de xelat wergirt.

Şevket Herkî dibêje: “Rûdaw malbatek e û di encama wê hevgirtina xwe de em her sal bi ser dikevin û xelata werdigirin, ne tenê li Tirkiye û Amedê li Ewropa û di asta navdewletî de em xelata werdigirin"

Kameramanê Ofîsa Rûdawê yê Amedê Ayhan Bayrak jî di beşa baştirîn tomarkirina dîmen de xelata mansiyonê wergirt.

Ayhan Bayrak jî wiha axivî: “Ez serbilind im ku  li ser navê Tora Medyaya Rûdawê vê xelatê werdigirim, li ser vê xelatê tenê navê min dinivîsê; lê ev xelat encamê xebateke hevpar  e,  me hemû bi hev re vê xelatê wergirtiye."

Di rewresma xelatdayîna Cemiyeta Rojanamevanên Başurê Rojhilat de bêjerên Tirkiye yên bi nav û deng jî hazir bûn.

Rojnamevan û bêjer Îsmaîl Kuçukkaya jî got: “Ew nirxên ku bajarê Amedê nûneriya wan dike,  ji bo me gelek bi rûmet in, ji bo paşeroja me ev hêviyeke mezin e, şeveke gelek xweş bû."

Bêjer Hulya Hokenek jî wiha axivî: “Îro li vê derê hemû dam û dezgehên netewî û xwecihî herwisa torên medyayên Kurdî hebûn,  her yek di warê karê xwe de hate xelatkirin, Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat saziyeke girîng e ji bo me rojnamevanan."

Ev cara 7an e ku xebatkarên Tora Medyaya Rûdawê xelatan ji pêşbirka salê  ya Cemiyeta Rojnamevanên Beşurê Rojhilat werdigirin.

Sala borî jî peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlû xelata baştirîn bernameya salê wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst