Li Geverê berf û mij bandoreke nerênî li jiyana xelkê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ku ji doh sere sibehê ve berf û mijê destpê kiriye û heta niha berdewam e, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li navçeya Geverê ku nêzîkî 5 santîmetreyan berf bariya ye, ji ber mij û dûmanê car car di çûn û hatinê de astengî çêdibin.

Li Geverê ji doh serê sibehê ve berfê destpê kiriye û îro jî her dibare. Ligel berfê li navenda bajêr mij jî heye.

Ji ber rewşa keş û hewayê di çûn û hatinê de hinek astengî çêdibin û vê rewşa han bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Hat ragihandin ku li navenda navçeya Geverê nêzîka 5 santîmetreyan berf bariya ye. Tîmên ser bi Şaredariya Geverê jî, ji bo rê neyên girtin li ser karê xwe berdewam in.