Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûriyê

08-12-2019
RÛDAW
Esper dibêje  ew  naxwazin Iraq ji ber aloziyan birûxe
Esper dibêje ew naxwazin Iraq ji ber aloziyan birûxe
Nîşan Amerîka Mark Esper Iraq Xwepêşandan Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, qet peymana dewleta Kurdî nedane Kurdên Rojava û ji wan re negotine ku li dijî Tirkiyê berevaniyê li wan dikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, li wilayeta Kaliforniya mêvanê Foruma Brevaniya Niştimanî ya Reagen û pêşkeşkar jê pirsî heta çi astekî hestpê dikin ku we xiyanet li Kurdan kiriye ku li Sûriyê ew bi tenê hiştin.

Mark Esper got, di warê taktîkî de hest bi wê yekê dikin, lê dibêje wan bo berjewendiyeke hevbeş piştgiriya HSDê kirin û ew berjewendî jî têkşikandina DAIŞê bû.

Esper diyar kir ku li gor wî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xelet bû û karên wan ligel HSDê berdewam dibin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wiha axivî: “Bêguman di warê teknîkî de hest bi wê yekê dikin, ligel wan bûn û bi hevre di şerê dijî DAIŞê me xwîn rijand, lê eger em ji dûr ve temaşe bikin, em çûn wê derê bo berjewendiyeke hevbeş, berjewendiya hevbeş têkşikandina DAIŞê bû, bêguman axeke zêde ket bin kontrola DAIŞê û gelek qurbanî jî bûn para HSDê di şerê dijî wê grûpê de, me lingê xwe danî wê derê û yekgirtina me bû sedema têkşikandineke mezin a fizîkî ya DAIŞê.”

Di berdeamiya axavtina xwe de Esper anî ziman ku wan qet negotiye ew li vê derê ne daku HSD dewleteke Kurdî ya serbixwe rabigihînin û wiha pê de çû: “Qet me negotiye dijî Tirkiyê berevaniyê li we dikin ku 70ê sal e hevpeymanê NATOyê ye, fermandarên me jî ew peyam gihandine me, lê em îro ji nêzîk ve ligel wan kar dikin, me ew hevbeşî parastiye. Niha baştir ji sînorê wê hevbeşiyê fam dikin û dizanin heta bi ku diçin. Bi baweriya min Tirkiyê bi xwe, xwe xistiye wê pêgehê ku zerar bigihiyê, ew êrîşa ku bo ser bakurê Sûriyê kir, bi baweriya min xelet bû. Em di wê baweriyê de bûn ku dibe sedema reva DAIŞiyên girtî û çêbûna tevlîheviyê li navçeyê, me hinek ji wan tiştan dîtin.”

Xwepêşanderên Iraqî daxwaz dikin Îran ji Iraqê derkeve

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê herwiha ragihand, ku  beşek ji xwepêşanderên Iraqî ji xeynî wêya dijî xizmetguzariyên kêm xwepêşandana dikin, hevdem daxwaz dikin ku Îran ji welatê wan derkeve.

Mark Esper diyar kir ku ew bi vê rewşa Iraqê ne kêfxweş in û naxwazin jî welat ji ber vê yekê birûxe û got: “Ew xelk e û daxwaz dikin Îran û grûpên milîşiya yên Şîe ji welat derkevin.”

Esper da zanîn ku li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam dibin û got, çend caran dîtine mûşek li nêzîkê balyozxaneya wan a Bexdayê ketine xwarê û ew nîşana wê yekê ye ku bi asanî destê Îranê digihe wan.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wiha axivî: “Nêzîkî çar hefte berî niha li Iraqê bûm, ligel serokwezîr civiyam, wê demê em li ser gelek mijaran axifîn, min piştrast kir ku em rêzê li serweriya axa Iraqê digirin, em li wê derê ne ji bo di warê rahênan û rawêjkarî de hevkariya Iraqê bikin daku Îran û grûpên milîşiya yên Şîe ji wî welatî dûr bixin, tişta îro li ser cadeyan tê dîtin, xelk e li seranserê Iraqê xwepêşandanan dijî çend pirsgirêkan dikin wek bêkarî û krîza aborî, lê ew dibêjin jî ku dixwazin Îran ji welatê wan derkeve, ev nîşaneyên xuya ne di navbera du welatên Şîenişîn de, hebûna wê tevlîheviyê li nav hikûmetê ne tiştekî baş e. Lê ew jî hewlên xwe didin, em naxwazin bibînin Iraq birûxe. Ew hevbeşên me yên baş bûn. Em dixwazin wek awayê niha li ser piştgirîkirina wan berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst