Mistefa Balî: Rûsyayê sozek siyasî daye me

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku Rûsya ji bo destpêkirina diyalogên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê de saz daye.

Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Rûdawê re di derbarê rêkeftineke siyasî ya li gel hikûmeta Sûriyê de ragihand, ku ji bilî rêkeftina leşkerî ti rêkeftineke siyasî û gotûbêjên rasterast li gel hikûmeta Şamê nehatine kirin û destnîşan kir, her gotûbêjek di navbera wan û aliyê hikûmeta Sûriyê de hebe, bi rêya Rûsyayê tê kirin.

Mistefa Balî got: “Heta niha ti hevdîtinên me yên rasterast ligel hikûmeta Sûriyê nebûne, hevdîtinên me ligel hikûmet û artêşa Rûsyayê bûne û bi garentoriya Rûsyayê peywendî lgel Sûryê têne kirin. Ji bilî rêkevtina Soçî belavbûna hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li ser sînor ji Çemê Ferat heta Çemê Dîcleyê ti rêkevtin nehatine kirin. Li dervey belavbûna hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li ser deverên sînorî rêkevtinek nû nîne. Li sistema Rêveberiya Xweser, rewşa navxwe û saziyên Rojavayê Kurdistanê ti guhertinek çênebûye. Ti saziyên hikûmeta Sûriyê dê li herêma me nebin. Niha Rûsya aliyê garentor e, û soz daye ku diyalogên siyasî di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyê de dest pê bike. Lê ew diyalog dê ne di navbera HSD û hikûmetê de be, diyalog dê di navbera partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmetê de be, çimkî ev pirsgirêk pirsgirêkek siyasî ye, ne leşkerî ye. Heta niha ti saziyên hikûmeta Sûriyê nehatine herêma me û dê bêyî rêkevtin neyên.”

Balî diyar kir ku Amerîkayê bi biryara xwe ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê bêhêviyek çêkir û wiha pê de çû: “Lê em bibêjin Amerîkayê xiyanet kir, tiştek wiha nîne, heta niha jî Amerîka li herêmê weke garentorekê heye. Hêzên Amerîkayê li Rimêlan, Qamişlo, Dêrik û çend herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê hene. Rûsya û Amerîka ne du dewletên ji rêzê ne, em wan weke du dewletên cîhanê birêve dibin dibînin. Divê rola herdu hêzan li herêmê ji bo çareseriyê hebe. Dibe ku ew çareserî ne bidilê me be û ne li gor dilê rejîmê jî be, lê çareseriyeke siyasî ye. Em pê bawerin ku ji bo li vê herêmê aramiyek çêbibe, divê çareseriyeke siyasî were dîtin. Bêguman garentorên vê çareseriyê dê Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bin.”

Berpirsê Ragihandinê yê HSDê anî ziman ku helwesta Tirkiyê her tim li dijî gelê Kurd e, ne tenê li dijî YPG û YPJê ye di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê jî helwestek Tirkiyê heye.

Derbarê mijarê de jî Balî wiha axivî: “Dema ku rêveberiya vê derê, referamdum kir û ji gelê xwe pirsî hûn çi dixwazin. Erdogan derket û got ‘em dê rêyên wan bigirin û wan ji birçina bikujin’. Erdogan gefa vê yekê xwar. Ma li vê derê jî YPG, YPJ û PYD hebû? Mixabin ev helwest ji bo gelê Tirkiyê jî neçareserî ye. Gelê Tirk û gelê Kurd ev bi sedan salan e cîranên hev in. AKP li ber çavên cîhanê alîkariya DAIŞê dikir û balafirxaneyên xwe ji DAIŞiyan re vedikir, lê niha hêzekê ku tevahiya pêkhate û gelê bakurê Sûriyê ji DAIŞê diparest, wan bi terorê tawan bar dike. Cîhan ewqas ehmeq nîne. Eger cîhan ji bo alîkarkirina AKPê ji DAIŞê re çavê xwe bigire, lê ji bo tawanbarkirina hêza yekemîn a li dijî DAIŞ şer kirî çavê xwe nagire. Hevpeymaniya navdewletî ji 81 welatan pêktê û wan hemûyan bi hev re rêkevtin ligel HSDê kirine.”

Balî behsa rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî kir û ragihand, li wan navçeyan tevî guhertina demografiyê, Tirkiyê tawanên şer û cenosayd û komkujî encam dane û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên girêdayî wê pabendî agirbestê nabin û rojane navçeyên Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û wiha domand: “Niha Girê Spî û Serê Kaniyê hatine dagirkirin û guhertina demografî pêk hat û kesek Kurd, Suryan, Êzidî û Fileh li wê herêmê nehiştin. Nêzîkî 400 hezar kesan koçber bûn. Lê tevî her tişt di 17yê meha borî de agirtbestek hat ragihandin û hêviya me hebû ku bi garentoriya Amerîka û Rûsyayê agirbest li herêmê bicih bibe, lê heta niha jî Tirkiyê ew agirbest pêk nehaniye û zêdeyî 200 êrişan kiriye. Li gundê Qurfelê komkujî pêk hat, ew gund ne gundê Serê Kanî yan Girê Spî ye, gundê Kobanî ye.”

Balî herwiha bal kişande ser wê yekê ku ji dema destpêkirina agirbestê û heya niha Tirkiyê û grûpên girêdayî wê nêzîkî 80 gundên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine.