Otobus û barhilgirek li hev qelibîn: 2 mirî, 35 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Duzce yê Tirkiyê ser li sêya TEMê ligel ku qedexe ye, dema barhilgirek xwest berevajî derbasî aliyê din ê cadeyê bibe, otobûseke rêwiyan ji paş ve lê da. Di bûyerê de şofêr û şagirtiyê wî canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, derdora demjimêr 02.00ê şevê li navçeya Gûmûşova ser rêya TEMê qewimî. Barhilgira bi şofêrtiya Erdal Tanriverdi ku ber bi Enqerê ve diçû, xwest vegere aliyê din û ber bi Stenbolê ve biçe. Lê Otobûsa bi şofêrtiya Kenan Çetinkaya ku ber bi Enqerê ve diçû ji paş ve li barhilgirê da.

Di bûyerê de şofêrê otobûsê Kenan Çetinkaya û şagirtiyê wî Alî Atalay li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan. Herwiha ji 40 rêwingiyên nav otobûsê jî 35 ji wan birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo nexweşxaneyên Duzce û Sakaryayê hatin veguehstin.

Ji ber bûyerê heta demekê rêya TEMê ber bi Enqerê ve hat girtin û pakêtên kargoyê yên di nav barhilgirê de li ser cadeyê belav bûn. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.