Tevgera Çaksaziyê bi rewşenbîr û siyasetmedaran re civiya

Hewlêr (Rûdaw)  -Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê ku cihê xwe di nav ENKSê de digire, hevdîtineke şêwirmendiyê li bajarê Hewlêrê saz kir û di encamê de çend pêşniyar hatin amadekirin, daku ji emîndariya encûmenê re bêne şandin.

 

Bi serpereştiya Sekreterê Giştî yê Tevgera Çaksazî, Fêsel Yûsif, ku di heman demê de endamê desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, hevdîtina şêwirmendiyê birêve çû, ku têde hejamrek ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

 

Di hevdîtinê de, tekezî li ser giringiya têkiliya di navbera ENKSê û xelkê de hat kirin.

 

Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji Rûdawê re daxuyakirin, ku tevahiya pêşniyarên ku di hevdîtinê de hatine kirin, li cem wan hatin tomarkirin û wê di civîna emîndariya giştî ya ENKSê de ew pêşniyar bêne gotubêjkirin.