Koçberên Kurd mizgeft kirine stargeh

08-12-2017
RÛDAW
Mizgefta Qadirkerem
Mizgefta Qadirkerem
Nîşan Koçber Xurmato Qadirkerem Heşda Şeibî
A+ A-

Qadirkerem (Rûdaw) – Beşek ji hemwelatiyên Xurmato yên ji ber Heşda Şeibî revîne, li bajarokê Qarikerîm ê Silêmaniyê di mizgeftekê de dimînin. Ew dibêjin, heta niha ti aliyan destê alîkariyê ji wan re dirêj nekiriye.


Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û hatina hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, bi sed hezaran hemwelatiyên Kurd koçber bûn û piraniya wan niha di şert û mercên xirab de dijîn.

 

Beşek ji wan hemwelatiyan berê xwe dane bajarokê Qarikerem û li mizgeftekê bicîh bûne. Koçberên Kurd ji rewşa xwe giliyan dikin û didin zanîn, ku heta niha ti kesî alîkarî nedaye wan.

 

Koçberên Xurmatoyê dibêjin, jana êrîşa ser wan û xema wendakirina hemû mal û milkan ne bes bû, ku niha li vir jî nahêlin ew bihewin.

 

Niha pêwîstiya wan koçberan bi hevkariya lezgîn heye. Pêwîstiya zarok û pîr û kalan jî bi çavdêriya pizîşkî heye.  

 

Koçberên Kurd dixwazin demek ji ya din zûtir vegerin malên xwe lê heta niha jî ne diyare ka dê kengî derfet çêbibe da ku ev daxwaza wan pêk bê.

 

(N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst