Kirmaşan (Rûdaw) – Şkefta herî mezin a avî ya parzemîna Asyayê li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Şkefta Qorî Qela her sal mazûvaniya bi hezaran geştiyarên navxwe û biyanî dike. Bi taybetî jî di rojên Newrozê de gelek kes serdana vê deverê dikin.
Li gorî şarezayên dîrokê, temenê vê şkeftê 65 milyon sal e. Şkefta Qorî Qela 15 kîlometreyan ji bajarê Riwanser dûr e, li ser riya Riwanser û Pawe ye û dikeve nav Çiyayê Şaho.
Dirêjahiya şkeftê 12 kîlometre ye û kûrbûna wê 3 hezar û 140 metre ye, lê tenê 500 metre ji bo dîtina geştiyaran hatiye amadekirin.
Di nava şkefta Qorî Qela de hawizên avê hene û kûrahiya hinek hawizan digihe 14 metreyan. Sar û germa hewayê jî di hemû werzên sale de di navbera 7 heta 11 pileyan de ye. Banê şkeftê weke qendîl şêwe girtiye.
Di kûrahiya hezar metreyî ya şkeftê de hawizeke sirûştî heye, ku di cîhanê de weke hawiza herî cîwan tê naskirin. Herwiha di nav şekeftê de 10 heta 12 tavgeh jî hene, ku ciwaniyeke bê wêne didin Qorî Qela.
Li beşekê şkefta Qorî Qela de qendîl bi şêwazê perdeyan derketine, ku dema mirov destê xwe lê dide, her yek weke amêrekî cuda yê mûzîkê deng derdixe. Lewma ji vê beşê re dibêjin “Telarê Berhoven.”
Cihê herî xeter ê şkeftê jî tûneleke 220 metreyî ye, ku bi bilindahiya 3 metreyan av di nav de derbas dibe.
(N.S)